Biryara girtina 5 dibistanên rojavayê Kurdistanê hatiye dayîn, ew jî ji ber ku êdî UN wan dibistanan fînanse nake, dibistanên ku hatine girtin ev in: Dibistana Girê Spî li Daretû, dibistana Serê Kanî li Sêberdan, dibistana Bedirxan li Şawês, dibistana dîrok li Benslawe.
Piştî biryara cîbicîkirina programa xwendinê ya bi zaravê Soranî li ser xwendekarên Rojavayê Kurdistanê, roja Yekşemê, şandeke Kurdên Rojavayê Kurdistanê ligel wezîrê perwerdeyê Alan Hemed Seîd civiya û ev mijar ligel wî gotûbêj kir.
Li başûrê Kurdistanê 32.900 xwendekarên rojavayê Kurdistanê hene, 16.400 li Hewlêrê, 4000 li Silêmanî, 12.000 li Duhokê ne.