Serrûpel Nûçe Ji bo Kurdên rojava çi got?

Ji bo Kurdên rojava çi got?

Belav bike

Li payteytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê Barzanî civîneke çapemeniyê li dar xist. Nêçîrvan Barzanî der barê hejmara Rojavayî û Sûriyeyên ku li Başûr in de got: “Herêma Kurdistanê ji 60 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê re malûvaniyê dike.”

Deriyekî Pêş Xabûr navbera Rojava û Başûr de tê vekirin

Her wiha Serokwezîr Barzanî bertek nîşanî nûçeyên ku ‘derî bi ser Rojava de hatiye girtin’ da û di vî warî de wiha pêde çû: “Deriyê di navbera Başûr û Rojava de vekirî ne. Deriyê Zûmarê yê ku hatiye girtin li jêr deshilata Bexdayê de ye.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê mizgîniya vekirina deriyekê fermî di navbera Başûr û Rojava de da. Nêçîrvan Barzanî di vî warî de wiha da got: “Deriyê Pêş Xabûr di navbera herdu beşên Kurdistanê de bi şêweyekî fermî tê vekirin.” Serokwezîr da zanîn ku ji bo derî razîbûna Bexdayê jî hatiye girtin.

Valatiya Talebanî li Bexdayê gelekî xûya ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa tendirûstiya serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî de jî diyar kir ku  kir cihê Talabanî li Bexdayê gelekî xûya ye ji ber ku hertim hewla aştiyê daye. Nêçîrvan Barzanî got: “Pijîşkên wî dibêjin rewşa tenduristya wî roj bi roj baş dibe.” Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Talabanî gelekî bo Iraqê girîng e ji ber wê jî niha valatiya wî li Bexdayê gelekî tê dîtin.

Nêçîrvan Barzanî derbarê destnîşankirina serokomarekî nû li şûna Talabanî de jî wiha axivî: “Em li bendê ne ku Mam Celal vegere ji ber wê jî qet behsa girtina cihê wî nayê kirin.”

Amerîka dostê Iraqê ye

Nêçîrvan Barzanî li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Amerîka de jî wiha got: “Eger em pênaseya Amerîka bikin em dikarin bêjin Amerîka dostê Iraqê bûye, lê tiştekî taybet navbera Herêma Kurdistan û Amerîka de nebûye.”

Nêçîrvan Barzanî li ser daxuyaniyên berdevka werzareta derve ya Amerîkayê Vîctoria Noland a li ser şandina petrola Kurdistanê bo Tirkiyê de jî wiha axivî û wiha got: “Dibe ku Amerîka xudan nêrîna xwe be, lê li pêşiya pêşketina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê astengî çênekiriye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku tu rojevek veşartî navbera Herêma Kurdistan û Tiriyê de nîne û wiha domand: “Tirkiye şirîkê sereke yê Herêma Kurdistanê yê di warê aborî de ye, ji ber vê jî tê xwestin ku pêwendiyên aborî yên navbera herdu aliyan de baş be û pêş bikeve.”

Herêma Kurdistan û Tirkiyê di çarçoveya berjewendiyên xwe de kar dikin

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistan û Tirkiyê di çarçoveya berjewendiyên xwe de kar dikin, vêca nêrîna Amerîka li bara vê yekê de çibe, ew mijarek cuda ye.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji serokwezîrê Tirkiyê jî projeya kişandina boriya petrolê ji Herêma Kurdistanê bo wî welatî qebûl bike û wiha anî ziman: “Ez hêvîdar im ev projeya bi dawî bibe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku ev borî ne tenê di xizmeta Kurdistanê de ye, lê di xizmeta hemû Iraqê de ye.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku di 2 roj berê serdana Îranê jî kiriye û bi rayedarên wî welatî re li ser aloziya Iraqê gotûbêj kiriye.

Tê zanîn ku wezareta derve ya Amerîka derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê ya bo Tirkiyê de ragihandibû: “Eger hikûmeta Iraqê razî nebe em jî piştgiriya hinardekirina petrolê nakin.” (rûdaw)