Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê li hev kirin: Hikûmet derbasî Kobanî, Minbicê ûdeverên din yên rojavayê Kurdistanê dibe.
Rêkeftin çawa çêbû?
- Rûsya navbênkarî di navbera YPG-HSD û Şamê de kir, li gor wê rêkeftinê hikûmet vedigere hemû hermên di bin kontrola wan de.
- Di rojên derbasbûyî de çend hevdîtin di navbera her du aliyan de çêbûn. Ew hevdîtin li Qamişlo û Şamê bûn.
- Şanda Rûsî, li Qamişlo bi fermandarê HSD re civiya, piştre bi hev re ji balafirxaneya Qamişlo bi rêketin û çûne bargeha eskerî ya Rûsî Himêmîm.
- Li Himêmîm civeke dirêj çêbû, çend seetan dirêj kir.
- Piştr li hev kirin. Li gor Rêkeftinê artêşa Sûriyê ji Minbicê dest pê dike, piştre derbasî hemû herêmên di bin kontrola HSD (QSD) de dibe.