Serrûpel Nûçe Sibê bû siltan êvarê 19 birayên xwe kuştin û 20 tabût amade...

Sibê bû siltan êvarê 19 birayên xwe kuştin û 20 tabût amade kirin

Belav bike

Ev siltanê Osmaniyan e, Mehmetê 3 mîn.

Serê sibê bû siltan, bi êvarê re 19 birayên xwe kuştin, piraniya wan ji aliyê celladan ve hatine kuştin û xeniqandin.

20 tabut hazir kirin, yek ji bo bavê wî bû.

Di nava kuştiyan de, 3 şîrmij, 5 zarok bûn, temenê wan di navbera 3-6 salan de bû.

Diya Siltan Mehmed Safiye, gelekî hewl dabû ku kurê wê bi komkujiyê ranebe, lê nikaribû rê li ber kuştina 19 birayan bigire.

Ew kuştibûn ji bo ku li ser kursiyê rûne.

Ew di sala 1595 heta roja mirina xwe sala 1603 padîşahê osmanî bû.