Serokê Kongreya Gel Remzî Kartal, bi ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firatê) re axifî. Kartal diyar kiriye ku Tirkiyê, piştî pêvajoya Oslo’yê, ji ber ku encam ji hevdîtinên Oslo’yê negirt, di sala 2011 an de tîmên înfazê şandine Ewrupa. Kartal dibêje, “wê wextê dema ku haja me ji vê bû, me ev agahiya bi gellek beşên Ewrupî re parve kir.”
Serokê Kongra Gel wiha têde diçe, “Ji bo dewleta Tirk ew ne konsepteke veşartî ye. Rayedarên dewletê pirr caran vê eşkere tînine ziman. Yanê komsepta li dijî tasfiyekirina tevgerê, di serî de jî bona ku endamên rêvebirên tevgerê tasfiye bikin, dewletê her tim ev konsepta meşandiye. Hîn çendakî berê serokwezîrê Tirkiyê îfade kir ku, ’em ê wana bişopînin û ku îcab bike em ê wana di şûna wan de îmha bikin.”
Kartal helwesta hikumeta AKPê a li dijî qetilkirina sê jinên Kurd jî dinirxîne û dibêje, “helwesta hikumetê û a çapemeniya wan, nîşana me dide ku wana naxwazin bûyer were ronî kirin. Her tim daxuyanî û nûçeyên wan, ji bo ku rastî bêne berevajî kirin tên weşandin. Pêwist bû ku di vê mijarê de helwesta hikumetê zelal bûya û bawerî bida me.”
Serokê Kongra Gel Remzî Kartal, bang li dewleta Fransa jî kir ku, bila zûtir û bi awakî ku helwesteka baweriyê dide nêzika vê qetlîamê bibe û ronî bike.