Serrûpel Nûçe “Emê bi çi rûyê kekê Hemreş bi bîr bînin!”

“Emê bi çi rûyê kekê Hemreş bi bîr bînin!”

Belav bike
Di civînê de gelek siyasetvan, kesayetî û organên medyayê beşdar bûn, di nava wan de malpera AVESTA jî hatibû vexwendin û amade bû.

Cîgirê berê yê serok AKP Mîr Dengir Firat û kurê Qazi Mihemed Elî Qazî, ji beşdaran bûn.

Di civînê gelek axaftin ji bo bîranîna wî hatine pêşkêşkirin.

Lê belê gelek hevalên Hemreş yên partiyê amade nebûn, ew di civînê de nedihatin dîtin.

Yek ji wan kesan yek ji dostên Hemreş yên herî nêzîk û serokê berê yê PDK-Bakur Rojhat Amedî bû.

Di roja civînê de peyamnêrê me li bajarê Bonnê li Rojhat Amedî rast hat, Rojhat li ser rê bû diçû Kurdistanê.

Li ser ne beşdarbûna xwe ya civînê got: “Emê bi çi rûyî biçin hizûra kekê Hemreş?! Emê bi çi rûyî biçin wî bînin bîra xwe, kanî xwediyên Hemreş, wê tu kesekî li wir nebînî, me çi kir heta ku em biçin Hemreş bînin bîra xwe… ez diçim Kurdistanê, weke tu dibînî li ser rê me, ez li vir bama jî hazir nedibûm… wê çawa rûyê me bigire ku em biçin kekê Hemreş bînin bîra xwe!”

Hemreş Reş hem siyasetvan, nivîskar hem jî rewşenbîrekî Kurd yê naskirîbû.

Ew di sala 1939 de li Adiyamanê ji dayîk bûbû di sala 2003 de jî li Almanya wefat kiribû. 

Serokê PDK-BAkurd bû.