Serrûpel Nûçe CHP ji Aygun re dibêje: Tu çima çûyî sersaxiyê?

CHP ji Aygun re dibêje: Tu çima çûyî sersaxiyê?

Belav bike
Ji Sakîne Cansiza Dêrsimî re, ku li Parîsê hatibû qetilkirin, sersaxî xwestina Parlementerê CHPê yê Dêrsimê Huseyîn Aygun, di nav partiya wî CHPê de qeyran derxist. Aygun, bona ku li Parîsê çû şîna malbata Sakîne Cansizê û ji malbatê re sersaxî xwest, di serî de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, ku hêjayê gotinê ye Kiliçdaroglu jî xelkê Dêrsimê ye, ji aliyê gellek kesên CHP’yî ve hate rexnekirin.
Li Çînê ji Kiliçdaroglu pirsîn û wî jî di derheqê sersaxî xwestina Aygun de wiha got, “Pêwiste bi berpirsyarî tevbigere. Ez tam nizanim ku bûyer çi ye, hele em biçine Enqerê, li gorî prensîban ku çi pêwist be em ê bikin.”
Tê gotin ku CHP, wê di derheqê Huseyîn Aygun de mekanîzmaya dîsîplînê têxîne dewrê.   
Bi kurtasî rewş wiha ye; Kurdeke Dêrsimî a Elewî li Parîsê hate qetilkirin. Kurdekî Dêrsimî yê Elewî çû sersaxiya wê. Kurdekî Dêrsimî û Elewî got, “tu çima diçî sersaxiya wê.”