Bi dehan hezar penaberên Kurdên Sûrîyê niha li Kurdistana Îraqê dimînin.
Royarê Tirbespîyê, nûnerê penaberên Kurdên Sûrîyê li Dihokê, dibêje ku dorpêçeke “gelekî xirab li ser Kurdistana Sûrîyê” heye û jîyan zehmet bûye û gelek kes neçar in ku ber bi “başûrê Kurdistanê” biçin.
Nivîser û çalakvan herwiha dibêje ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ti caran rêk û sînor negirtîye.
Wî got “bi sedan yan bi hezaran kes dihên tiştên ji wan re lazim bin dibin û diçin, bêy ti şert û merc ji alîyê Herêma Kurdistanê ve.”
VOA
(Dengê Amerîka)Li deng guhdarî bike