Cenazeyê Apê Hesen birin Gurcistanê, lê belê hikûmeta Gurcistanê ew qebûl nekir, cenazeyê wî bi heman balafirê vegerandin Moskova.
Wê cenazeyê wî li Moskova li goristana Danilovski veşêrin.
Li gora ajansa rûsî, Interfax, mafyayeke din li pişt kuştina Aslan Osoyan e.
Li gota nûçeyeke Interfax, zilamên serokê mafyaya Gurcistanê Tariel Oniani, Aslan Osoyan kuştine.
Ev demek bû ku di navbera wan de şerek hebû.
Oniani heta niha li zindaneke Moskova girtiye.
Hate ragihandin ku şerê wan li ser gelek projeyên ku bi mîlyonan dolar qezenc têde hebûn derketiye.
AVESTA KURD