Rûs hêzeke eskerî li Qamişlo, Amûdê û Hesekê ava dike.
Ew hêza ku Rûs nû ava dike, wê li cihê ku berê HSD lê bû, were bi cîkirin, ew jî li ser sînorê bi Tirkiyê re.
Medyaya rûsî ya ne fermî dinivisîne ku Rûsya 150 hezar lîreyên Sûrî weke miaş bide her kesekî ku di nava wê hêzê de cih digire, temenê wan jî wê di navbera 18-35 salan de be.
Ew hêza ku nû tê avakirin perwerdeya xwe li balafirxaneya Qamişlo dibînin.
Medyaya rûsî ya ne fermî jî dinivisîne ku ji niha ve tomarkirina xelkê ji bo eskeriyê hatiye kirin.