Di vê derbarê de Elî Mehmûd ku li qezaya Xalis a girêdayî parêzgeha Diyale rûdine ji Basnewsê re got: ‘’Me ji bo bavê min gurçikek bi 40 hezar dolar kirî. Demeke dirêj bû gurçikeke bavê min rawestiya bû, me bihîst ku li Baqube gurçik tên firotin, êdî nasekî me li Baqube kesek dît û bi rêya wî me gurçikek bi behayê 40 hezar dolar kirî, piştre doktorekî taybet ew gurçik jêre danî û niha rewşa bavê min pir baş e.’’
Hevwelatiyekî din ê ji qezaya Duzxurmatû bi navê Ekrem Mihemed ku demek bû gurçikeke wî ji kar ketibû, ji Basnewsê re wiha axifî: ‘’Demek bû gurçikeke min rawestiyabû, cara dawî dema çûm doktor, ji min re got ku gurçika te ya din jî lawaz dibe, niha ez jî hewl didim bi hemû awayekî pereyan kom bikim û biçim bajarê Baqube ji ber dibên li wir gurçikên firotinê hene û bi 40 hezar dolarî mirov dikare bidest bixe.’’
Yekî din ê bi navê Qasim Wehab ku ji Kerkûkê ye ji Basnewsê re got: ‘’Par gurçikeke apê min rawestiya, piştî me ew bir doktor derket ku kevir di gurçika wî ya din de jî heye, loma doktoran newêrîn wî emeliyat bikin, êdî bi rêya kesekî bi navê Xalîd Welîd me karî li bajarê Baqube bi 40 hezar dolar gurçikekê ji mamê xwe re bikirin, lê mixabin piştî ew gurçik bo mamê min hat danîn tenê 18 rojan jiya û piştre canê xwe ji dest da.’’
Kesekî daniştvanê Baqube bi navê Ebû Ewad çîroka bazirganîkirina bi gurçikên mirovan wiha vedibêje: ‘’Li bajarê Baqube çend kes hene haya min ji wan heye bê çawa bazirganiyê bi gurçikên mirovan dikin, hemû jî 10 kes in, berdewam bi hevre di têkiliyê de ne û gelek caran ji bo bidestxistina gurçikan serdana kesên hejar dikin, wan dixapînin û li beramber gurçikên wan soza hinek pereyan didin wan. Gelek caran kiryar wî/wê kesî rasterast nabînin ku gurçikê jê dikirin, ew kes gurçikan ji wan re tînin ku bûne bazirganên gurçikan, heta niha jî kes ji wan nehatiye girtin û bi kêfa xwe wî karî dikin.’’
Derbarê mijarê de çalakvanê mafê mirovan Goran Kerîm ji Basnewsê re wiha axifî: ‘’Ya rast bexşîna gurçikekê bo kesekî din wate jiyana kesekî bi gurçikekê ji mirinê rizgar bikî û evna jî dikeve çarçoveya karekî însanî, lê belê ev karê han ger bibe diyarde û bazirganî pê were kirin, wê demê karekî metirsîdar e û ne însanî ye. Divê hikûmet rê li karekî wiha bigire, jiber karekî wiha bo civakê bi giştî metirsî ye ger zêde belav bibe.’’
Di vê derbarê de pisporê emeliyata gurçikan li Nexweşxaneya Giştî ya Baqûbe Dr. Ednan Ewnî got: ‘’Em wek doktor ne ligel karê kirîn û firotina gurçikan e, lê ger kesekî nêzîkê wî mirovê nexweş gurçika xwe bide û wî ji mirinê rizgar bike normal e. Em wiha bi asanî gurçikên kesî bo kesekî din naguherin, divê dadwerê pizîşkî razî bibe heta emeliyat bê kirin.’’ (BAS-News)