Hevkariya Şahin Donmez bi dewletê re we derxist holê. Çawa bû?
Sakîne Cansiz: Ew di 20ê Gulana 1979ê de hate girtin. Şahin di nava koordînasyona partiyê de cîh digirt û berpirsê rêxistiniyê bû. Ez di hucreyê de bûm. Dengê copê hat û kesekî axivî. Min guhê xwe da ku Şahin e. Navê xwe, berpirsyariya xwe her tişt rast digot. Hemû agahî dan dewletê. Dema ku em derketin dozgeriyê min ew dît. Min dosyaya di destê xwe de avêtin rûyê wî. Paşê ez çûm girtigehê. Li wê derê jî min rapor nivîsand û agahî şand partiyê. Partî li gorî wê tedbîr girt.
‘Min destê xwe avêt qirika wî û min got “Kujer hûn in” û min slogan avêt’
Aytekin Tugluk di girtigeha Elezîzê de hate kuştin. Ew bûyer çawa bû? (Ji bo xwendewanan: Aytekîn birayê parlementera BDPê Aysel Tugluk e.)
Sakîne Cansiz: Min hevalê Aytekîn di sala 1977ê de li Elezîzê naskir. Mîlîtanekî aktîf bû. Li zîndanê jî têkoşîna xwe berdewam kir. Şoreşgerekî naskirî bû. Di zindana Elezîzê de li qatên jêr faşîst û li yên jor jî hevalên me yê zilam hebûn. Li jêr li odeyekê jî em hevala jin diman. Pencereya faşîstan li cihê bêhnvedanê dinêrî. Çekan peyda dikin û dema ku heval derdikevin cihê bêhnvedanê li wan dixin. Hemû heval birîndar bûn. Gotin, “Heval Aytekîn birîndar e.” Lê çend rojên din Parêzer Huseyîn Yildirim ji min re got “Aytekîn şehîd ket.” Li wê derê subayek hebû. Min destê xwe avêt qirika wî û min got “Kujer hûn in” û min slogan avêt. Paşê hemû hevalan slogan avêtin. Têkoşîn destpêkir. Xwestin ku têkoşîn bisekine. Me ji girtîgeha leşkerî derxistin û birin girtîgeha sivîl û paşê jî ez şandim girtîgeha sivîl a Meletiyê.
‘Em li girtîgehê tazî kirin û her leşkerekî bi copê li me xist’
We kengî birin girtigeha Amedê? Li wê derê çiqas girtiyên jin hebûn? Nezîkbûna dewletê çawa bû?
Sakîne Cansiz: Ez di meha Adar a 1981ê de birim Amedê. Destpêk wek cehennemê bû. Di korîdorê de 70-75 heval hebûn. Li herdu aliyê korîdorê jî leşker hebûn. Me tazî kirin û her leşkerekî bi copê li me xist. Min birin hucreyê. Piştî çend rojan ez birim qawîşa jinan. Nêzîkê 80 jin hebûn. Dayîkên 65 salî jî, keçên ciwan yên 13 salî jî hebûn. Carina hêjmar dibû 120. Li qawîşê jinan jî her roj, her saet, her deqîqe eşkence hebû. Beşa jinan du qat bûn û her dem tijî dibû. Carina li ser ranzayekê çar kes radiziyan. Jinan jî hemû îşkence dîtin. Rojane bi saetan sekinandina li ser beton, feleqe, cop, xirtûm, lêxistina bi zîncîran û destdirejiya zayendî… Me dibirin nav ava pîs. Av heta qirika mirov dihat û digotin “Marşên tirkî bêjin.” Gellek hevalên me yên jin ketin depresyonê. Pirranî nexweş bûn. Hevalek ji Siweregê piştî berdanê xwe kuşt.
‘Me bi wan mûman li nava qawîşê “Bijî Newroz” nivîsand û li dora wê govend girt’
Nerazîbûnên we çawa bûn?
Sakîne Cansiz: Me rêbazên wan qebûl nedikir. Ji bo vê jî her dem îşkence hebû. Tiştekî balkêş ez parve bikim… Newroz a 1982yê… Hevalan mûm dîtibûn. Me bi wan mûman li nava qawîşê “Bijî Newroz” nivîsand û li dora wê govend girt. Me belavokek jî nivîsand. Me gotibû, “Têkoşîn berdewam dike. Rêxistin xwe xurt dike û wê wegere welat.” Girtîgehê de dema ku du kes dihatin cem hev îşkence didîtin. Lê pîrozkirina me bi saetan dom kir. Tiştek negotin. Sibehê hatin û me hemûyan kotek kirin. Lê xema me nebû. Me Nowroz pîroz kiribû!
We şehadeta Mazlûm Dogan çawa bihîst?
Sakîne Cansiz: Tekîlîyên me bi hevalên zilam re qedexe bûn. Piştî pîrozkirina Newrozê havala Bezar Altun hatibû. Wê got. Hemû heval kom bûn û rêzgirtin. Herkes sond xwar. “Emê van rojan derbas bikin û nezîkbûna dewletê xira bikin.” Ji Hîlwanê Dayîka Duriye hebû. Wê ew roj bi saetan şîn kir.
‘Me got dijmin wê ji bo tolhildanê me bikuje’
Dema 15ê Tebaxa 1984ê hûn li kû derê bûn û we çi kir?
Sakîne Cansiz: Em li girtigehê bûn. Ji bo me cejnek mezin bû. Hêviyên me mezin bûn. Me got dijmin wê ji bo tolhildanê me bikuje. Lewma me amadekariya xwe kir. Me ew roj cilên xwe yên herî xweş lixwekir. Me wasiyetên xwe kirin. Me di dilê xwe de mirin kuştibû. Mirin xema me nebû. Lê me nekuştin. Bi sedan hevalên me cezayê dardekirinê standibûn. Pêngava 15ê Tebaxê wan îdaman sekinand.
‘Çiya hertim di bîra min de bûn’
Piştî derketina ji girtigehê we pêşveçûna tekoşînê çawa dît?
Sakîne Cansiz: Tesîra gerîlla pir zêde bû. Li Kurdistanê têkoşîn bûbû mala gel. Li Akademiya Mahsum Korkmaz jî 6-7 hezar mirov hatibûn ji bo pîrozkirina 15ê Tebaxê. Gellek kêfxweş dibûm. Dawiya 1991ê ez tevlî gerîlla bûm. Çiya hertim di bîra min de bûn. Ez li Heftanînê bûm. Bandorek mezin li ser min kir. Hevalên ciwan, hevalên jin di nav cilên leşkerî de bûn. Dawiya 1993ê hêzên jinên azad çêbûn. Rêveber, pirsgirêk û perwerdeyên xwe bixwe çêdikirin. Li çiyayê Metîna nêzîka 300-400 hevalên jin me kongreya xwe li dar xist. Ew moralek gellek mezin bû. (Rûdaw)