Li gor çapemeniya Îtalya, kesekî Hindîstanî bi navê Singhj Kulbir (36) berî du hefteyan hevjîna xwe dixeniqîne û termê wê diavêje çemê Po li bajarokê Fiorenzuola d’Arda ya girêdayî bajarê Piacenza Îtalya. Paşê nêçîrvanekî masiyan termê jinikê dibîne. Li gor daxuyaniya polîsan, derdikeve holê sedema kuştinê cilên rojavayî ne. Hevjînê wê jê re qebûl nake ji bilî cilên Hindiyan bike berxwe, lê hevjîna wî israr dike ku ew weke Ewrûpiyan cilan bike berxwe. Ev yey dibe egera gotûbêjên tund di navbera wan de û di encam de Singhj Kulbir hevjîna xwe ya ku ew 3’ê meh bûn bi zarok a duyê ducanî bû dixeniqîne.
Avestakurd