Serrûpel Nûçe Rimêlan kete destê YPG

Rimêlan kete destê YPG

Belav bike
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim ji rojnameya Rûdawê re diyar kir ku şerê li şerê li Rimêlan ê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên rejîmê de bi dawî bûye û ketiye bin kontrola hêzên YPG’ê de.

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim derbarê şer û pevçûnên li bajarokê Rimêlan ê rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî. Mûslim diyar kir ku ligel eşîrên ereb ên li herêmê rûniştiye û wiha got: “Em natirsin ku li Rîmêlanê eniyekî şer çêbibe, ji ber ku niyeteke wisa ya gelê ereb nîne. Ez bi şêx ê eşîrên Şerabî, Teyî û Şemeran re rûniştim. Em bi hev re gihiştin hevpeymanekê ku rêkeftinameya şerefê îmze bikin.  Xala duyemîn jî ji bo rêvebirinê komîteyên hevbeş çêbûn. Me li ser vê yekê li Rimêlan û herêmên din jî ev yek çêkir. Ti teredûdên gel li ser YPG’ê nîne. Hemû jî naxwazin ku hêzên rejîmê û grûbê çekdar hebin.”

Li ser pirsa ‘Niha hêzên rejîmê li Rimêlan hene?’ hevserokê PYD’ê wiha got: “Belê hebûn, lê ma şerê Girê Zîro çi bû? Ew hêzên rejîmê ji wir çûne û neman. Duh şer qediya û li wir neman. Niha herêm di bin kontrolê de ye. Yên mane jî duh teslîmî YPG’ê bûn. Berî niha fermandarê hêzên rejîmê yên li wir û gelek leşkerên din hatibûn kuştin.”

Ev du heftibû li bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera YPG û hêzên rejîma Sûriyê de berdewam dikir. Heta duh zêdetirî 100 leşkerên rejîma Sûriyê yên li Rimêlan teslîmî YPG’ê bibûn. Rimêlan herêmekî cihê petrolê ye û piraniya petrola Sûriyê ji wir tê derxistin.