Serok Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, di derbarê bersûcê qetlîama li Parîsê Omer Guney de daxuyaniyên girîng dane Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF).
Karayilan di daxuyaniya xwe de, bi zimanekî eşkere îdiayên “têkiliya wî bi PKKê re heye” red dike û dibêje, “em teqez zanin ku têkiliya Omer Guney bi PKK û rêvebiriya PKkê re tine ye. Mirovek di 2 salan de, bi hêsane nikare bibe endamê PKKê. Em mirovekî wisa nasnakin. Rêvebiriya me a Ewrupa jî vî kesî nasnake. Li gorî agahiyên heyî, dibe ku ev mirova peywirdarekî ku ji aliyê hêzên derve ve 2 sal in hatiye xebitandin be.”
Karayilan daxuyaniya dozgerê Frensî François Molins jî, ku gotibû “2 sal in ku endamê PKKê ye”, rexne kir û got, “ev daxuyaniya dozger, gotin û tespîteke bûyer ji ser xwe avêtin e. Li Ewrupa, bi vî awayî endam komkirina me tine ye. Ev agahiya agahiyeke xelet e… Lê li Ewrupa sazî û dezgehên Kurdan, ji hemû kesan re, çi Kurd, Ereb, Tirk dibe, vekirî ne. Herkes bi hêsane kare biçe ew saziyana. Gellek kes bona piştgiriyê diçine komeleyan. Kesên ku li Ewrupa diçin û têne sazî û dezgehên Kurdan ne PKK’yî ne. Heta pirraniyê wan ne sempatîzanê PKKê ne jî. Hinekê wan ji bo piştgirî û dostaniyê diçin û tevlî hinek çalakiyan dibin.”
Karayilan balê dikişîne ser şêweya qetlîamê û îfade dike ku, ne pêkan e kesekî ku perwerdehiya çekdarî negirtibe karibe bi awakî profesyonel cinayeteke wisa bike.
Karayilan di warê qetlîamê de li ser 2 îhtimalan disekine:
Îhtimala yekem, ew qetlîama parçekî stratejiya hikumetê a li dijî PKKê a şerê topyekûn e. Em dizanin ku konsepta hikumeta AKPê a qadroyên me tasfiyekirinê heye. Gumaneke mezin e ku qetlîama li Parîsê parçekî stratejiya hikumeta AKPê be.
Îhtimala duyem jî, dibe ku Gladioya NATO’yê bi Gladioya Tirk re ev qetlîama pêk anî be.