em ji navê romanê dest pê bikin, “Mijabad” anku bajarê mijê, li gel ku hilbijartina te a ji vî navî re minasib e jî, lê di dawiya romanê de nû diyar dibe çima Mijabad e. Badînê Amêdî van gotinê tijî bêhêvbûn dibêje: “Roja tu hatî Mehabadê, mijê xwe li dor te û giyanê te û rojên te û vî bajarî gerand, te nema ber xwe didît, her der mij bû. Tu jî li Mijabadê bûyî ». gelo ma tu wek nivîskar di wê baweriyê de yî ku tişt bi aqûbet û serencamên xwe ne? ji xwe di heştê rûpelên dawî de nû mija ku giyanê Badîn pêça bû xuyabû, mijeke ku derî li pêşiya wî girtin, mijeke mîna qederê ku hişt ew pişta xwe bide Mehabadê, û bide jiyanê jî û xwe bikuje. Gelo hîn tu bi vî sernavî bawer î ?
Mij qedera kurdan e, çiku ew neviyên cinên ku li serê çiyayan digerin, û mij mîna kirasekî li xwe kirine. Mij xayintiya xwezayê ji çavan re ye, kurd jî bi xayintiyê mehkûm in. Derbarê ka ez bi nav bawer im yan na jî, ezê ji te re behsa wateyên navê Mijabad ên zimanî berî ên romanî bikim. Di navbera Mehabad û Mijabad de hevtîpî û hevwateyî heye. Ji wateyên Meh, hîv û mehek yanî sî roj û cih e, lê mij e jî ! dibêjin ku ew nav ji kevin de lêbûbû ji ber ku bajar bi çiyayan dorpêçkiriye, ew çiyayên ku mijê bi ser kefa destê wê û giyanê wê de dirijîne. Navekî wê yê kevn (Sawucbulaqê mukrî) jî hebû yanî kaniya sar, Pehlewiyan hatin nav guherîn. Wan ne tenê nav guherîn û ew kirin şarê mijê, lê ew di xwîn û mijê de xerq kirin. Hema min çi kir ? min tenê nav wergerand û gumanên ku ew dorpêçkirî dane alî û hevtîpekî ku dikare baştir wateya wî derbibirre li bejna wî bajarî kir, ew bajarê ku di berbanga roja dawî ji adara 1947an sêdaran ew têk bir. Qedera ku lehengê min avête ber lingê komarekê ku şerq û xerbê lihev kiribû ku wê binax bike, ew mij bi xwe bû. Mij bi zimanê keş û hewayê yanî nedîtin û nezelaliya di xwezayê de ye. Komara me jî bi zimanê tarîxê parçeyek ji mijê bû. Mijek bû ku rê li ber dîtinê birrî û nehişt ku kurd bizanibin ku komara wan li ber sêdarekê jidayik bûye ! rast e Badîn di dawiya romanê de rewşa xwe a psîkoljîk teşxîs dike lê ew ji destpêkê de signalên ku rewş aloz e dide. Ew di rojnivîskên jiyana xwe ya aware de işaretên ku berê kurdan li serencameke nenas e dinivîsîne. Hema di rûpela nozdehan de Badînê Amêdî behsa wateyên navê Mehabadê dike û dibêje ku mij ne tenê mija xwezayê ye, lê ew mijeke sembolîk e ku xwe mîna qedereke nivîsandî li bedena bajêr gerandiye. Min xwest navê romanê ne tenê derbirîna rewşa Badîn be lê ew derbirîna tarîxa kurdan, şoreşên wan ên ku xwedê tenê dizane çima vêdikevin û çawa vedimirin be jî.
Diyar e ku zimanekî helbestî yê çêjdar di her koşeyên romanê de heye, ez diakrim bibêjim ku te bi jîrbûn Badînê Amêdî ê helbestvan weke karekterê sereke hilbijartiye. Te li ser baskên wî ên nazik ev barê xwînşêrîn ji hellbestê û rewanbêjiyê gihandiye me heta radeyekê ku mirov dikare dîwaneke helbestan ji nav rûpelên romanê derîne. Gelo te bi qesdî ev karekterê ku helbestvan e hilbijart ?
Helbestvanîya Badîn ji pêwistiyên romanê ye. Eger ew ne helbestvan bûya wê newaleke kûr di navbera wî û zimanê wî de hebûya/heba. Ez bi xwe jî helbestvan im û min nikaribû roman bi zimanekî ku dûrî min e û dûrî lehengê min Badîn e binivîsanda. Erê min bi qesdî wisa kir û min dît ku gelekî minasib e Badîn ne tenê bi rih û ramanên xwe nêzîkî min be, belê bi zimanê xwe yê helbestî jî.
Li aliyekî din min xwest ku ez romana xwe bi zimanekî pak î herikbar binivîsim û ji monotoniya zimanê dîrokê birevim, zimanê dîrokî zuhye, hişk e, min xwest zimanê kurdî vêxînim û enerjiya ku têde ye geş bikim û sihra wî ya ciwan keşif bikim. Ez dizanim ku zimanê kurdî şêrîn û nazik e û berî her tiştî bi giyanan re di têkiliyê de ye, lê tenê ew bi hacetî noqbûneke kûr e di binê deryayê wî de da ku durr û gewherên di sedefên binî de derkevin, lê gelo ez di vê hewldanê de bi ser ketime ? kesê ku çêja vî zimanî dizane dikare hukum bike.
Di berhema yekem de, dibêjin ku romanivîs li bendê ye ku aliyê xwe yê şexsî, jînenigariya xwe derbasî romanê bike, mîna ku ew xwe hêjatir dibîne ku bibe mijara wê berhemê, yan dixwaze tolekê hilîne û şikestinên xwe vejîne û dilê xwe bi encamên xerab ên kesên din xweş bike, lê te ev rêşop li bin guhê hev xistiye û tu çûyî tarîxeke hinekî dûr – dawiya şerê cîhanê yê yekem û heta dawiya şerê duyem- herweha te berê xwe daye erdnigariyeke dûr jî ; Kurdistana başûr û ya rojhilat anku Silêmanî û Mehabad. Çima te -berevajî adeta nivîskaran di berhema yekem de- berê xwe neda jiyana xwe û te dest avête tecrubeyeke tarîxî ku bêguman te ew nedîtiye, her weha tu li qada cografiyeyekê geriyayî ku bîrmendiya te ne terefek bû di formulekirina wê de. Ma te nedît ku te daye ser erdekî şûv û kelûkort ?
Belê rast e. Hema ku min pê li axa vê romanê kir ez pê hisiyam ku ew hemû ber û kevir in, û ez têra xwe jî likumîm lê hingî ez bi dîrokê ve girêdayî me û her dixwazim tarîxê ji nû ve keşif bikim û wê dubare, lê ne mîna mêjûnûsan, binivîsim, min biryar da ku di vê rêya sext re bi çi buhayî be berdewam bikim. Ji bo beşê din ê pirsa te, ma kê gotiye ku min li ser kesekî din nivîsiye ? Ezbenî ez Badînê Amêdî me. Ez ew im bi hemû şikestinên wî û şîngirêdana wî ji xwe û awarebûna xwe re, ez ew im bi hemû bêhêvîbûn û têkçûn û bendewariya mirinê û tirsa jê, ez ew im bi hemû hestên wî yên geş û vêketî, bi wê leza ku pê dikeve ber pêlên evînê. Ez Badînê xwediyê giyanê aware û dilê koçer im.
Rast e min ew tecruba ya komara Kurdistanê nedîtiye û bi laşê xwe jî ez ne li wir û wê demê bûm, lê paşepê di zemên de vegeriyam û li wan kuçe û kolanan geriyam, min meya Mehabadê vexwar heta ku giyanê min têr bû û tîbûna wî şikest. Ez wan çîrokên evînê bi hûr û girê wan jiyam û min nikaribû ku bibim şahidekî lal ji dîtian cesedê Qazî Mihemed ê zeîf re ku çawa mîna nalînekê bêdeng daliqiyaye ji wê sêdara ku qedereke tewş ew jêre li meydana Çarçirayê danîbû. Ew meydana ku ku ez havîna 1996an çûme ziyareta wê û li wir min hêsir, bi qasî murekebba ku min di romanê de herikand, herikandin.
Xwendevan li wê naskirina te ya Mehabadê ecêb dimîne. Te çawa ev naskirina bajêr bi hûr û giran; kolan, sûk, tax, qehwexane, meyxane, cihên şahiyê, mizgef û baxçe jî bi dest xist? Mîna ku te Mehabada mexdûr a wê demê careke din aniye jiyanê! Te çiqase ked daye heta ku te karibûye vî bajarî wisa zindî bikişînî ekrana romana xwe?
Min niha behsa serdana xwe ya Mehabadê dikir, wê demê roman projeyek bû di xeyalê min de. Min dizanîbû ku nivîsandina romaneke wisa cesaretekê dixwaze û diva bû ez bi çi buhayî be jî pêde herim. Li Mehabadê û di gel serdana min a kurt min gelek agahî civandin, ez li baxçeyan geriyam, li kenarê çemê Sablaxê meşiyam û çûme meydana ku bûbû şahida jidayikbûna yekemîn komara kurdî û herweha bûbû şahida bidarvekirina her sê rêberên kurdan. Ez çûme serdana kavilên mala Qazî Mihemed jî û min ew bayê ku berî sêdarkirinê ketibû pişikên wî kişand, û bi çavên giyanê xwe li wan çiyayên ku bajar dorpêç kiribûn nihêrî, wan çiyayên ku şehîd û pêşewayê nemir awira xatirxwestinê a dawî avêtibû wan û di wê gurmîniya ku ji lêdana Baqirof î li maseyê de hat difikirî, ew maseya ku li Bakoyê rojekê ew û Baqirof li dorê rûniştibûn, wê çaxê Baqirof bi wê gurmîniyê re gotibû: heta ku yekîtiya Sovyetê hebe, mafên kurdan parastî ne. Lê piştî pêncî salî diyar bû ku, heta ku yekîtiya Sovyet hebû kurdan nikaribû mafên xwe bi dest bixînin.
Ew serdana min tenê ne bes bû lê ez li jêderin gelekî giring jî vegeriyam ku behsa Komarê dikin, her weha min hin berhem ji Mehabadê anîn, û kurê tekane yê Pêşew jî birêz Elî Kurê Reş û birader Hesenê Qazî û Kakşar Oremar û ji bilî wan jî gelek agahî li ser bajêr û hewaya bajêr û tarîxa wî dane min, heta min gelek xwarinên mehabadî jî naskirin û şêweyê durustkirina wan jî, û ez li pirtûkên ku behsa şerên cîhanî yên yekem û duyem dikirin jî vegeriyam û min lêkolînên li ser cûreyên çek û silehan û otomobîlan û saetan û kamerayan û kesên navdar ji stranvanan bi dest xistin, ev hemû da ku roman bişibihe dema xwe. Eger ku hin agahiyên berferehtir hebana dê bê guman roman bi rêkûpêktir ba. Li vir pêşgotina romanivîsê kolombî G. G. Marquez ya romana General di gerîneka xwe de tê bîra min, ewî behsa alîkariya hikûmetên Emerîkaya Latînî ku dabûne wî aniyê zimên û dibêje ku ew li balafirekê siwarkirine û di ser wan deverên ku Simon Bolivar têde şerê serxwebûnê li darxistibû firandine da ku ew ji jor de wan deveran bibîne û di romana xwe de bikar bîne. Li vir ne mebesta min e ez xwe bi wî nivîskarê gewre re muqayese bikim lê ez dixwazim destnîşanî keda ku mirov ji bo romaneke tarîxî mîna Mijabad dide bikim, ez bawer im ku min heta radeyekê, tevî ku min baştir hêvî dikir, karibû atmosfera wê demê bixim çarçoveya romanê.
Tu planên te yên nivîsîna vê romanê hebûn? Ez vê dipirsim çiku bala xwe didimê ku te baş tayên wê girtine destê xwe. Serencam li gor planekê diçin û rê ji şemitandineke li vir û wir re, çi ji aliyê vegotinê be çi jî ji aliyê bûyeran be, nîne. Karekter nikarin ji qederên xwe birevin. Mesela ji jiyana Badîn re planeke tekûz heye ku dawî mîna pêşbîniya pîrka wî ye, şaxedara tirî a ku dapîra wî diyarî wî kiribû şîn tê, lê meywe mîna dilê wî bûn, dilê wî yê ku bûbû „mîna goşiyek ji birînên sor“. Gelo tu nabînî ku ev sertiya di xeta jiyana Badîn de girêdayî wê dara tiriye?
Ez dibînim ku karekteran bi xwe serencamên xwe plankirine. Di reşbeleka romanê de min dawiya her karekterekî cuda ji bûyerên ku mumkin e werin serê wî, danîbû lê min tavilê dît ku ew karekter serî li ber wê qedera ku min ji wan re daniye radikin! Min digot wê Emîral Axa heta hetayê parsekiya avê bike, min digot ku wê Badîn mîna nîvdînekî tev li meşa mezin a Barzanî bibe û ber bi keviyên çemê Arasê de here! Lê min dît ku karekteran qeydên xwe yên „romankî“ ên ku xeyalê min di reşbelekê de ew saz kiribûn, şikandin. Badîn ne girêdayî wê şaxedara tirî bû, ewa ku di axa Mehabadê de şîn nedihat, min ew dar mîna neqşeke fantaztîk bikaranîbû û weke sembola ku hêza barzaniyan bi tenê nikare komarê biparêze, di romanê de bi cih kiribû. Jiyana Badîn bi tayên kinik lê nedîtî bi mirinê ve daliqandî bû, ji bîr neke ewî di bin tesîra baweriya ku mirina wî nêzîk bûye dinivîsand, ewî ji roja ku derbas bûbû Mehabadê dengê zengilê mirinê dibihîst.
Te di raxistina bûyerên romanê de, şêweyê bîranîn, name û rojnivîskan bêtir bikaranîye . di rêya vî şêweyî re jî dema borî bi ziman dikir, tu bi awayê Flashback bi şûnde diçûyî û te paşhiş jî dikola. De ka îcar nûyê Mijabadê çiye û ferqa vegotina wê ji vegotinên din çiye? Tu bala xwe nadê ku ewqase plan û haydarî û vexepirandin rê li ber afirandinên nû girtiye? Yan jî gelo te bi qesdî xwe dûrî „vegotina show“ kiriye û te fayde ji rexneyên tûj ên ku li xeyrî te bûne kiriye?
Bi pîvanên teknîkên romanê, Mijabad romaneke klasîk e, ez vê baş dizanim, min tiştekî nû di warê vegotin û teknîkê de neaniye. Lê nûyê min zimanê min e, zimanê romanê ye. Min di romanê de sê vebêjer anîne meydanê; Ez, ku Badînê Amêdî yê vebêjer e û ew behsa xwe ji jidayikbûnê heta meha dawî di jiyana komarê de dike. Paşê dibe dora Tu, ku piştî vegera Badîn a ji „şîna evînê“ ye û di pênc rûpelên dawî de jî cînavê (zemîrê) kesê sêyem e „ew“. Êdî dengê vebêjerê axafger winda dibe, evîna wî têk diçe û komar jî hildiweşe û dengê wî jî bi car de di 17 çileya yekem de ji sala 1946an namîne.
Min xwe bi pêlewaniyan û showyan mijûl nekir, lê ne ji tirsa rexneyan, dê bi çi halî be rexne li berhemê bibe û ez bi vê yekê kêfxweş im, lê wê show û lîstik û teknîkên qurre bala xwendevana ji mebest û armanca romanê biguherandana.
Di avkirina karekterên romanê de te xwe sipartiye teknîka „navend û kenar“, yanî çarçoveyê „gerdûnî“ ku roman mîna çerxa felekê ye, leheng roj e û kesayetiyên din jî gerestêr in li dorê digerin, hew Badîn û kalkê xwe yê ermenî Nûbar Nalbendiyan bûn, kesekî din nebû pêşberî wan di gel ku herikîna bûyeran signal didan ku dê hinek karekter rolin mezintri di rûpelên pêş de bilîzin. Mesela herdu yarên Badîn ku Mujde û Jale ne. Gelo tu ji pêşketina karekteran li ser hesabê lehengê romanê ditirsiyayî?
Rast e, min giranî nedaye kesên din ji tirsa ku ew li ser hesabê kesê bingehîn ku Badînê Amêdî ye mezin bibin û ji tirsa ku mijara sereke ku hilweşîna xewna serxwebûnê ye ji holê rabe yan belawela bibe. Kalkê Badîn jî divabû hebe û min hinek giranî dayê ku li himber neviyê xwe Badîn be, reqîbê wî be û hinekî balansê di romanê de çê bike.
Te karekterên xwe xweşik avakirine, ew mirovan iqna dikin, mirov bi wan re dijî, bi hestên wan yên tev li hev re, evîn û kîna wan, qehr û kêfa wan. Êdî xwendevan bêgav dimîne ku bide ser şopa wan û serencama her yekî ji wan nas bike, mesela kalkê Badîn, di gel ew kesê duyem e di romanê de û ew di esas de ji bo xizmeta lehengê romanê hatiye afirandin, lê dîsa jî bi xwe û baweriyên xwe re li hev e, heta nefesa dawî û sekeratên mirinê jî ew bi xwe re li hev e. Ew wisa berevajî Badîn e ku di nav nakokiyan de ye û her û her ew nakokiyên wî kûrtir dibûn heta di dawiya romanê de nîvdîn dibe yan jî xwe dikuje?
Divabû Badîn nakokiyên dema xwe bijiya. Ew karekterekî hejiyayî ye evîna wî wî dikuje, têkçûna di evînê de berê wî dide serkeftineke netewî! Lê dema ku li wir jî bi ser nakeve digihê wê dawiya ku di romanê de ye, ewî xwe nekuştiye lê bi çiyê ve hilkişiyaye heta ku winda bûye. Min naskirina dawiya wî ji xwendevanê romanê re hiştiye û gotiye ku ewê di şevek hîva wê li çarde be bimre, hema ku dara tirî şîn bibe ewê jî bimre, ev herdu tişt jî qewimîn dema ku hilkişiya çiyê, ma gelo xwe kuşt? Mumkin e.
Karekterê Badîn sembola rewşenbîrê şoreşger ê ku dikeve pey xewnan, lê ma tu ne bi min re yî ku ew yekcaran daketiye astin gelekî nizm û bi zillet! Evê yekê destnîşanî lawaziya wî dikir, mebesta min di wê evîna wî û keçika Silêmaniyê de ku bi israr bû pê re bimîne tevî ku nas kiribû koka wê nepaqij e û gumaneke ajantiya wê a bi ingilîzan re heye! Ev rewşa „badînkî“ dîsa bi keçika Mehabadê re dubar dibe. Di herdu evînan de „Bado“ negatîv e û hêrsdar e û danûstendina wî hemî reaksion in! Heta hatina wî a xaka Komarê jî bi hoyê têkçûna evîna wî ya li Silêmaniyê bû û ne ji ber baweriyê wî yên şoreşgerî bû!
Erê, dema ew tev li şoreşa Barzanî bû û hate Mehabadê, ji ber têkçûna evînê bû, dema ew di destpêkê de ji Amêdiyê derket jî ji ber têkçûna evîna wî bû, û cara dawî jî di têkçûna xwe ya sêyem de ku li gel têkçûna komarê bû jî, wî pişta xwe da Mehabadê. Ev rewş di realiteyê û jiyana rojane de jî heye, ma bi hezaran tev li şoreşan nabin ji ber têkçûnên xwe yên evînî! Ew rewşeke psîkolojîk e; kesê têkçûyî, yê şikestî li fersendeke serkeftinê digere, tev li şoreşekê dibe da ku berî her tiştî zora xwe bibe û baweriya xwe ya bi xwe vegerîne. Xaleke din ez dixwazim behsa wê bikim; ew jî kilîşeya şoreşgerê pak û pîroz e! Pir kes hene şoreşgeriyê rengeke ji rengên tesewwufê, terkedunyatî û dawpakiyê dibînin! Bi baweriya wan be kesê şoreşger hemû xerîzeyên xwe (xerîze: instinct. Içgüdü) kuştine ji bo xêra welatê xwe. Min xwest di vê romanê de karekterekî ciyawaz ava bikim, şoreşgerekî ku hîç naşibihe şoreşgerê di xeyala xelkê de! Kesê şoreşger, çi rewşenbîr û çi bêsewad be, berî her tiştî mirov e. ew dikare di nava çîrokeke xwe ya evînî de be jî û di eynî demê de di ber welatê xwe de bimre, ew dikare têkiliyeke cinsî li cihê ku bavê wî têde şehîd bûye bi yara xwe re bike! Ev dîmen- têkiliya cinsî li cihê şehîdbûna bavê, di çapa Belkiyê de bê dilê min ji romanê hatibû avêtin- bêguman hinek jî hene tev li şoreşan dibin piştî ku ji kirasê mirovan derdikevin, lê ev rewşeke din e min behsa wê nekiriye, kesên weha bêtir nêzîkî mirîdên terîqetan in. Min jî li gor van pîvanan karekterê Badîn ava kir. Ew, dema ku dibe evîndar mirov e ne şoreşgerekî ku mejiyê wî hatibe şûştin û ji hestan dûr bûbe. Evîneke şoreşgerî nîne. Evîn stûxwarîye, zillet e. Me wisa evîn naskiriye û em wisa bi evînê re jiyane û şêxên me ji helbestvan û aşiqên mezin mîna Ibnul Farid, Melayê Cizîrî, Xanî û Şîrazî û xeyrî wan evîn wisa nas kiriye û dane nasandin. Evîn heta di teşxîsa hekîman de nexweşiyek bi hoyê têkiliyeke ne asayî bi yarê ve û Badîn jî bi vê êşê ketibû. Lê ew, mîna ku te di pirsa xwe ya jîr de aniye zimên, dakete asteke ku tev zillet bû. Bi vî awayî ew ne li gor tîpê shoreshgeran e. Bi dîtina min divê karekterên romanan kêmpeyda bin! Kesê şoreşger yan jî peyrewê rêxistinekê derdekî wî yê millî yê mezin heye, derdên wî yên şexsî piçûk in yan jî ew wisa didin xuyakirin, lê min nexwest lehengê min ev tîp be, min nexwest lehengê min derewan li xwe bike, min rê dayê ku bi kûranî bikeve evînê, derdên wî yên piçûk hema hema dikin zora derdê mezin bibin, li ser zimanê wî di romanê de wisa hatiye ku ew tev li şoreşê bûye da ku birînên dilê xwe derman bike. Di dawiyê de jî dema ku hildikişe ser çiyayê Xeazyî, tenê dengê şikestina dilê xwe dibihîze.
Te romaneke dîrokî/siyasî nivîsîye lê tu ji xefka zuhabûna tarîxê û serdestiya ideolojiyê filitîyî. Te nêzîkî li „îqoneke kurdî-komara Mehabadê“ kiriye lê te tevî wê jî xwe dûrî pîrozkirinê kiriye û te karibû mesajeke erênî –lê bê mubalexe-bigihînî xwendevanê xwe û her weha te mesajin neyênî jî –bêyî ku tu nehqiyan bikî- gihandiye xwendevanan. Bêguman rola talent û bilêmetiya te û baweriyên te jî heye, lê rola mezintir ya struktura romanê bi xwe bû ku bûyer li ser hatine avakirin, bi xêra wê te karibû heta radeyeke maqûl rengûrûyê Komarê di wî temenê wê yê hindik de ku dawî xeniqandina di pêçekê de bû, bînî meydanê. Gelo te çawa karibû vê balansê saz bikî? Yanî mijara te „îqoneke pîroz“ be, lê tu xwe dûrî pîrozkirinan bikî?
Ezbenî ez dibînim ku di her pirsekê de tu min didehfînî cihê ku ez têde bibim şirovekarê berhema xwe! Lê ji ber ku ew berhema min bi xwe ye, ez naxwazim zêde pêde herim, bila ev karê rexnegiran be-ku mixabin pir pir kêm in- lê ezê bi qasî ji min bê eşkere bersivê bidim.
Ji serokên kurdan re rêz û hurmeta min heye, gelek hezkirin jî heye, lê ez bi çavê pîroziyê qet li wan nanêrim. Ez mîna ku ew mirov in ji goşt û hestî û xwînê ne û şaş dibin û rast dikin, li wan dinêrim. Nêrîna li dîrokê bi çavê hestan, xiyaneteke akademîk e. Mesela Barzanî şoreşek li dar xist û agir di xeyalê xort û ciwanên nîvê yekem ji sedsala borî de vêxist. Gelek tevlêbûn. Min jî di romanê de behsa wê şoreşê û serokê wê kiriye bi ecibandin lê bêyî ku ez kirasê pîroziyê li wan bikim ew aniye ziman. Ecibandin yan hezkirin cudaye ji pîrozdîtinê her wekî tu jî diaznî. Ji mafê min e ku ez ji Qazî Mihemed hez bikim, ew hêjaye jî, lê ez ji mafê xwe dibînim jî ku wî û hemçaxên wî rexne jî bikim li gor perspektîvên mêjûyî. Şehîdbûna wî a cantezîn û jandar bila me ji xwendina tarîxa komarê bi çavin lêkoler û rastîxwaz û bêhest bêpar neke. A ji vê sebebê jî min serokên mezin dûrî navenda romanê xistine û ew mîna siyên ku di asoyên romanê de avejeniyê dikin hiştin.
Ez hîç nefikrîm dema ku min xêza yekem ji romanê nivîsî, ez hîç nefikirîm ku pesnê Barzanî yan Qazî Mihemed bikim, derdê min her ew bû ku lehengê min Badîn ji xwe re bi kêfa xwe behsa xwe û serdema xwe bike. Pîrozkirina kesayetiyên ku komar avakirine, û her weha pîrozkirina serokên me xiyanet e ji tarîxê re. Mixabin korbûna tarîxî bi me re heye ku nahêle em şaşiyên wan kesên ku em ji wan hezdikin, bibînin. Ji ber vê hoyê her ew şaşî dubare dibin mîna ku çawa Verus xwe kopî dikin û bedenê de belav dibin.
Ez nizanim ka gelo min karibû balansekê di navbera tiştê ku tu nav lê dikî îqon û dûrketina ji pîrozkirinê de deynim zan na! Min di tarîxa komarê de hêviya kurdan û jana wan î di asta herî bilind de xwendin. Min bala xwe dayê ku ew jan û ew hêvî her dubare bûne- mînak rewşa me ya nuha- û min xwest ku ez di wan bûyeran de bijîm piştî ku demê ez pêncî salan jê dûr xistim. Vê qonaxa zemanî hişt ez wê serdemê nas bikim û têbigihîjim bi awayekî cuda ji têgihiştina kesên wê serdemê û bûyeran zelaltir bibînim ku ev yek bi dest wan nediket. Dibe ku vê zekê balansa tu behsê dikî li dar xistibe.
Romana tarîxî pirr zor e, mirov mecbûr e ku dest nede bûyerên tarîxî, tu ne heta dawiyê azad î, min gelek caran bala xwe didayê ku ez beşin ji dîrokê dinivîsînim ku hayê her kesî jê heye, min gelek beşên ku pê dihisiyam zuwa û hişk in avêtin û ji nûve nivîsî, di gel wê yekê jî min nikarîbû xwe ji tor û xefkên dîrokê û hişkiya wê rizgar bikim.
Hamêst keçeke ermenîye bela hatine serê wê, bavê Badîn, ê ku di Seferberlikê de ji artêşa osmaniyan reviyaye, li gel wê dizewice. Her tişt xweber û asayî ye û li gor realita romanê û herikîna bûyeran e heta ku Badîn digihê Mehabadê û wî kalê ermenî yê fotografçî „Nûbar“ nas dike, ewê ku hatiye dibistanê da ku resmê qutabiyan bikişîne. Li wir têkiliyên Badîn û wî kalî dest pê dikin û xurt dibin heta ku xuya dibe ku ew kal hevalê bavê Badîn ê leşkeriyê ye û Hamêst keça wî ye ya ku ji qetilama ermeniyan filitiye. Bêguman jiyan bê tesaduf nabe, lê ew ne wisa zêde ne û ne li vê dereceyê tevlihev û girêdar in. Li wê dereca ku mirov dibêje qey ew tesadufin ji qesdî û bi zanebûn çê dibin! Ma tu jî ne li gel min î ku fotografçiyê ermenî û Hamêst ap û birazê bana, xal û xwarzê bana hdw, wê nêzîktirî xweberiyê û rastiyan ba?
Ji bo ristina tayên vê romanê ez di gelek deveran de bêgav bûm ku xwe bisipêrim tesadufan, ez bi xwe mîna xwendevanekî bêteref dibînim ku tesadufên di romanê de maqûl in û mentiqî ne û li harmoniya giştî tên. Gelek keçikên ermenan hatin revandin û di malên kurdan de li Diyarbekir û xeyrî wê jî bi cih bûn, bûne qerwaş û xizmetkar. Û gelek ji xortên kurdan jî ji leşkeriyê reviyan, diyardeya “firarî” diyardeyeke naskirî ye di tarîxa artêşa osmanî de û bi taybetî di dawiya şerê cîhanê yê yekem de. Her weha gelek ermen jî ji artêşa osmaniyan reviyan û tev li ya rûsî bûn. Ev hemû rastiyên tarîxê ne û eger tu wan hemûyan tevlihev bikî tuyê bikaribî qebûl bikî wê fikreya ku dibêje kalkê Badîn ji artêşa osmanî reviyaye û tev li ya rûsî bûye, û piştî serketina şoreşa rûsî hatiye Mehabadê piştî ku malbat û bajarê xwe derdaye. Her weha çarenehar emê qebûl bikin wê fikreya ku dibêje bavê Badîn ji artêşa osmanî reviyaye û demekê xwe li Diyarbekirê veşartiye û li wê mala ku xwe têde veşartibû keçeke ermenî dîtiye û dil ketiyê û pê re zewiciye.
Bi her halî roman nêçîra bûyera kêmpeydaye, ew ne warê bûyerên ku tim dicirin û her kes bi wan dizane. Ez bi te re me jiyan yan tesadufên jiyanê ne wî qasî tevlihev in, lê hinek tesaduf hene ku gelekî tevlihev in û girêdar in li dereceya ku hişê mirovan nikare qebûl bike. Tu yê çi bibêjî ku min li restoraneke Uppsala li Swêdê keçeke ermenî bi tesadufî dît ku xwendevanek min bû li dibistana ku ez têde li Kobaniyê mamosteyê biolojiyê bûm! Bawer bike navê wê jî Hamêst bû ku min navê diya Badîn ji ber navê wê girtiye !!!
Ez naxwazim bikevim niqaşeke felsefîk û behsa têgehê tesadufê û têkiliya wê bi zerûretê re bikim, lê ez dikarim bibêjim ku teasduf alîkariya romannivîsan dikin da ku roman nerm û xweş di wan xaçirêkên sext û dijwar yên vegotina roamnê de biherike, her weha alîkariyê dikin ku romanivîs ji astengan derkeve û rihet rihet di qada romanê de bigere.
Ev hevpeyvîn pêşî bi erebî dema ku çapa yekem ji Belkiyê derket, belav bû. Niha jî bi minasebeta derketina çapa duyem ji Avestayê wergera wê ya kurdî tê weşandin.