Serrûpel Nûçe Dahata mehekê ya petrola Kerkûkê

Dahata mehekê ya petrola Kerkûkê

Belav bike

Berdevkê Wezareta Petrolê ya İraqê Asim Cîhad got: ‘’Meha Kanûna Yekem-Brfanbara sala 2012-ê İraqê 72 milyon û 800 hezar varêl petrol şandiye derve û di firotina wê petrolê de jî 7 milyar û 551 milyon dolar bidest ketiye.’’

Asim Cîhad wiha axifî: ‘’Ji kêlgehên petrolê yên Besrayê 62 milyon û 700 hezar varêl petrol hatiye hinardekirin-şandin û dahata wê jî 6 milyar û 495 milyon dolar bûye. Ji Kerkûkê jî 10 milyon û 100 hezar bermîl petrol hatiye şandin û dahata wê yek milyar û 56 milyon dolar e.’’

Li gor Asim Cîhad; Bi giştî bihayÊ firotina her varêlek petrol 103.723 dolar bûye, 30 şirketên biyanî di hinardekirina petrola İraqê de beşdar bûne bi rêya Bendera Besra û Xur bo Kendava Erebî û bi rêya Bendera Cîhan a Tirkiyê jî bo deryaya naverast û bi rêya tankeran jî petrol hinardeyî Urdin hatiye kirin. BAS