Ji rojnameya Akşamê Helîn Alp, bi Hevserokê KCDê Ahmed Turk re hevpeyvînek çêkir. Ahmed Turk, di daxuyaniyên xwe yên vê hevpeyvînê de, qala “Pakêta Reformê a Kurd a 1922” an dike û îfade dike ku, ew pakêta daxwaziyên Kurdan pêşwazî dike. Turk dibêje, “ew pakêta li meclîsê, di 10ê Reşema1922 an de hatiye gotûbêjkirin. Di wê pakêta 81 salan berê de tê îfade kirin ku, Kurd û Tirk du gelên ku ji hev nayên veqetandin in. Ew pakêta ji aliyê Mustafa Kemal ve jî hatibû qebûlkirin û pakêt nîşan dide ku, pirsgirêka Kurd bi awakî sînor xêznekirinê jî kare were çareserkirin.”
Hin xalên Pakêta Reformê a sala 1922 an wiha ne:
– Meclîsa Mezin a Gel, bi armanca, bona ku gelê Tirk di rêya şaristaniyê de karibe pêş ve biçe, ji bo gelê Kurd, bi kevneşopiyên xwe yên netewî re ahengdar, avakirina rêvebiriyeke xweser taahud dike.
– Ji bo bajarên ku zêdetir Kurd lê dijîn, li gorî biryara meclîsê, ligel mifetîş û Cîgirê Walîyê ku wê Kurd an Tirk be, Waliyekî Giştî ji aliyê gel ve wê were hilbijartin.
- Heta ku Meclîsa Mezin a Gel, bi hevdîtin û şêwiriyan qebûl neke, ji Meclîsa Netewî a Kurd re ti îmtiyaz nayên naskirin.