Serrûpel Nûçe Idîa: Ocalan 3 ferman dane

Idîa: Ocalan 3 ferman dane

Belav bike

Rojnamevanê rojnameya Sabahê Mahmut Ovur, di qunciknivîsa xwe de îdia kir ku, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 3 ferman dane tevgera Kurd. Ovur îdia dike ku, di nav BDP de jî nakokiyeke kûr heye û wiha dibêje, “em vê ji civîna BDPê a ku bi Ahmed Turk re kir sehdikin. Bi taybet di wê civînê de Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş gellekî tengezar bûye. Heta Demîrtaş seetek navber daye civînê. Ev jî nîşan dide ku BDP  janeke kûr dijî.”
Rojnamevan Ovur di berdewamiya nivîsa xwe de îfade dike ku, “asil jan wê bi ev 3 fermanên Ocalan bê jiyandin. Çimkî ev fermanana îskeleta pêvajoya Îmraliyê pêk tîne.”

Li gorî Mahmut Ovur 3 fermanên Ocalan wiha ne:

1: Bi dîktatorê Suriyê Esed re derhal têkiliyên xwe qut bikin.
2 : Biryara xwe bidin, herî dereng kengî gerîla wê bikaribe xwe vekişîne derveyî sînorê Tirkiyê.
: Kî bi min re ye, kî ne bi min re ye.
Ovur dibêje Ocalan gotiye, “em xwe teslîmî tarîtiya ku yekîtiya Kurd û Tirk asteng dike nakin û Kurd li pêş aşîtiyê wê nebine asteng.”