Li meclîsa Tirkiyê, di Desteya Giştî de, dema ku zagona di derheqê xweparastina bi Kurdî de dihat gotûbêjkirin, di navbera parlementerên BDP û yên CHP û MHPê de gengeşî derket û serokê meclîsê mecbûr ma ku navberekê bide rûniştinê.
Parlementera CHPê a Îzmirê Birgun Ayman Guler, bi helwest û gotinên xwe yên faşîzan, gelê Kurd rencîde kir. Gulera CHP’yî wiha got, “hûn nikarin Kurdparêziyê ji min re wek pêşverûtî û azadîxwazî bidine qebûl kirin. Hûn nikarin netewa Tirk bi miletê Kurd re wekhew bibînin û bidine qebûlkirin.”
Ev gotinên faşîzan a parlementera CHPê ji aliyê parlementerên CHP û MHPê ve li ser linga hate çepikandin.
Îro ji ber ev gotinên Birgul Ayman Guler, ji CHPê parlementerê Semsûrê Salîh Firat îstifa kir.