Serrûpel Nûçe Barzanî ax ji Kurdistanê şande ser gora Birand

Barzanî ax ji Kurdistanê şande ser gora Birand

Belav bike
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ji Hewlêrê axa Kurdistanê bi xwe re biribû ser gora Mehmet Ali Birand.

Dizeyî tûrê ku ax tê de bû da destê hevsera Birand Cemre Birand.

Cemre jî axa ku Barzanî ji Kurdistanê ji bo gora Birand şandibû bi ser gora hevserê xwe de reşand.

Çavdêr dibêjin, şandina wê axê ji Kurdistanê tê wê wateyê ku Birand bi dostanî nêzîkî pirsa Kurd dibû, dixwest pirsa Kurd bê şer were çareserkirin û vê dawiyê li xwe mukur hatibû ku ew Kurd e.

AVESTA KURD