Serrûpel Nûçe Malbata Şêx Seîd ji Şivan Perwer xwest lêborîna xwe bixwaze (vîdyo)

Malbata Şêx Seîd ji Şivan Perwer xwest lêborîna xwe bixwaze (vîdyo)

Belav bike

Malbata Şêx Seîd li ser helwesta Şivan Perwer (dibêjin di hevpeyvîneke xwe de Şêx Seîd biçûk kiriye) ji malpera PeyamaKurd re daxuyaniyek rê kir û tê de bang li gelê Kurd û kesayetên siyasî, rewşenbîr, hunermend û partiyên siyasî dikin, li hember wî zimanê sivikatiyê yê Şivan Perwer helwesta xwe nîşan bidin û nêrînên xwe diyar bikin.

——-

Peyama neviyê Şêx Seîd ji bo Şivan Perwer wiha ye:

Ji Raya Giştî re:

“Ji ber wê şîroveya Perwer em wekî endamên malbata Şêx Seîd Efendî gelekî xemgîn û hêvîşikestî bûn ku li ser pirsa bo Ocalan di bersiva xwe de, sivikatî li kalê me Şêx Seîd Efendî kiriye, ew wekî kesayetekî çîna di nav civakê de nayê rêzgirtin û kesayeteke tenê li gorî prensîbên ol û eşîrtiyê tevgeriyaye nîşan daye.

Rol û alîkariya kalê me Şêx Seîd Efendî di ‘têkoşîna azadiyê’ diyar û eşkere ye ku ketiye rûpelên zelal ên dîroka Kurdan û bi sêdarê hatiye siza kirin. Cihê Şêx Seîd ê di dilê gelê Kurd de ku li hemû parçeyên Kurdistanê bûye sembol, bi gotin Şivan Perwer ên nayên qebûl kirin naguhere.

Em her ku ji wan gotinên Şivan Perwer ên ku serokên Kurdan ên bi rûmeta xwe têkoşîn dane û xwe feda kirine piçûk dixe û pesnê Kemalîzmê dide tênegihin jî em eşkere dikin ku em vegotinên wî yên li ser Şêx Seîd û ûslûba wî qebûl nakin. Em bang li Şevan Perwer dikin ji malbata me û gelê Kurd lêborîna xwe bixwaze.

Ji ber vê jî;

Em rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û partiyên Kurd dawet dikin ku li ser vê helwesta nayê qebûlkirin a Şivan Perwer, nêrînên xwe diyar bikin.”

Li navê malbatê neviyê Şêx Seîd: Şêx Qasim FIrat 

(Ji malpera Peyama Kurd)