Serrûpel Nûçe “Ocalan siyaseta Tirkiyê baş dinirxîne“

“Ocalan siyaseta Tirkiyê baş dinirxîne“

Belav bike

Ergîn beşdarî televizyona CNN Turkê bû daxuyaniyên balkêş dan. Ergîn sedama ji nû ve destpêkirina  hevditînên Îmraliyê eşkere kir û got:  “Ocalan, polîtîka reel a Tirkiyê û pirsgirêka herêmê baş dinirxîne. Berova nêzîkbûna berê, îro zêdetir pozîtîf difikire. Lewma pêvajo ji nû ve destpê kir. Ya girîng ew e ku di dawiya vê pêvajoyê de ji bo pirsgirêkê çareseriyek bê dîtin.”

Ergîn bibîrxist  ku hevditîn di çerçoveye qanûn û rêziknameyên Tirkiyê dimeşe. Ergîn qala televizyona ji Oclanlar re hat şandin jî kir û wiha got: “Destur ji Erdoğan hat û me jî televizyon bir. Ocalan ji ber cezaya dîsîplînê bi tene li radyo guhdar dikir. Piştî bi dawîbûna cezayê televizyon ji Ocalan re hate birin. (xeberên kurdî)