- Ji ber ku Îtalya destpêkê ew vîrus cidî negirt û weke welatên din yên Ewropa texmîn dikirin tenê li Çînê dimîne.
- Nexweşxaneyên Îtalya ji nexweşên zêde re ne amade bûn, cihên zêde ji bo wergirtina nexweşan tune bûn.
- Pir dereng dest bi karantînkirinê kirin (îzolekirin), ji ber ku ev baştirîn tedbîre li hember belavbûna corona.
- Istîxbarata Îtalî hikûmet agahdar kir ku wê vîrus derbasî wî welatî jî bibe, lê hikûmetê cidî negirt.
- Rêjeya ixtiyariyê gelekî bilind e, %23.3 temenê wan di ser 65 salî re ne, gelek malbat di nava hev de dijîn, pêwendiyên malbatî qerebelix e. Çalakiyên malbatî jî pir zêde ne.
- Di 24 saatên dawî de 475 kes mirine, hemû bi hev re: 2978 mirine, 35713 kes bi corona ketine, niha 28710 têne dermankirin.