Serrûpel Nûçe Malîkî Exxson Mobil tund hişyar kir

Malîkî Exxson Mobil tund hişyar kir

Belav bike

Ji aliyê hikumeta Malîkî ve şîrketa Amerîkî a neftê Exxon Mobil tund hatiye hişyarkirin. Hikumeta navendî a Iraqê, ji Exxon Mobilê dixwaze ku bila tercîha xwe bike; an li başûrê Iraqê bixebite an jî li Herêma Kurdistana Federal.
Wezîrê Neftê yê Iraqê Abdulkerîm Luabî diyar kiriye ku, Exxon Mobil him li bakurê welêt him jî li başûrê welêt nikare bixebite. Luabî, “di civîna dawiyê de, bi zimanekî zelal me ji Exxon Mobilê re got, tercîhên xwe bikin, an li bakurê Iraqê an jî li başûrê Iraqê bixebitin, hûn nikarin li her du deran bixebitin.”
Hikumeta Malîkî, dipê ku di rojên peş de Exxon Mobil biryara xwe ji wan re eşkere bike.
Bexda, peymanên ku bi Herêma Kurdistana Federel re hatine morkirin, nasnake û ew peymanên neftê derzagon dihesibîne.