Sara û Koksal Bayankayê li gundê Başçakmaka Erzurumê dijîn di 15 salan de jê keçek bi tevahî 13 zarok anîn. Lê ji wan tu zarokan nikaribû salekê dirêj bike.
“Dayîka min 23 zarok anîn lê bi tenê 6 dijîn”
Dayîka ku her sal zarokeke xwe li goristanê vedişêre, niha ji bo zarokê xwe 14. ducanî ye.
Sara Bayankaya 39 salî dibêje “Ji bo ku ev zarokê min di jiyanê de bimîne ez her tim dia dikim. Dayîka min 23 zarok anîn dinyayê. ji wan bi tenê 6 zarok di jiyanê de man. Min jî tam 13 zarok anîn ji wan tu di jiyanê de neman. Doxtoran nikaribûn sedema vê yekê eşkere bikin. Bi tenê daxwaziyek min heye mîna her jinê ez jî dixwazim bibim dayîk.”
Koksal Bayankayê ku wek xebatkar dixebite got, “Zarok bê pirsgirek têne dinê. Lê paşê jî ji ber sedemên cur be cur beriya salekê jiyana xwe wenda dikin. Di goristan gund de tam 13 zarokên me hene.” (xeberên kurdî)