Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 2 Twittên cuda de, nivîsî: Îro qedexeya çûnûhatinê ji bo 48 saatan hate dirêjkirin.
Her wiha got, her çiqas zehmete jî, lê ji ber binpêkirinan û bilindbûna hejmara nexweşên Korona, qedexe hate dirêjkirin.
Got: Em hemû di şer de bi hev re ne û pabendbûna we girîng e. Pêwîst e li malê bimînin.
Herwiha diyar kir: Rûbirûbûna rewşa dijwar ji bo Kurdistaniyan ne tiştekî biyanî ye, niha em hemû bi hev re dikarin jiyana welatiyan rizgar bikin, nexweş jî bilez baş bibin û di vî şerê li dijî Korona de jî bi serkevin.