Serrûpel Nûçe MIT û PKK li Hewlêrê hev dibînin

MIT û PKK li Hewlêrê hev dibînin

Belav bike
Ji aliyê PKK ve wê yek ji berpirsiyarên wê Sabrî Ok di hevdîtinê de amade bibe.

Li ser vê yekê nivîskarê rojnameya tirkî Radikal Rifat Başaran dinivisîne ku wê di vê hevdîtinê de li ser çekdanîna PKK were axaftin.

Li aliyê din rojnameya Taraf jî dinivisîne weke destpêk wê ji herêma Dêrsimê nêzîkî 20 gerîlayên PKK çekên xwe deynin, ev jî wê bibe gavek ji bo çekdanînên.

Hate ragihandin ku di hevdîtina Hewlêrê de rola serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelekî mezin e, ji ber vê yekê wê li Hewlêrê hevdîtin pêk were, berê hatibû plankirin ku hevdîtin li Silêmaniyê be, lê belê aliyê Tirkiyê Hewlêr hilbijartiye.

Dibe ku sedema qebûlnekirina Silmaniyê rola Iranê ya berbiçav li wî bajarî be, Tirkiyê dixwaze dûrî Iranê be.

AVESTA KURD