Serrûpel Nûçe PDK bersiva tohmetên KCK (PKK) da

PDK bersiva tohmetên KCK (PKK) da

Belav bike

Polîtburoya PDKê bersiva tohmetên KCKê da, ku gotibû, PDKê Pêşmergeyên xwe li devera Zîna Wertê bicîh kirine û tekez kir, ew hêzên bo Zîna Wertê hatine şandin ne hêzên PDKê, ew hêzên Pêşmerge yên ser bi Wezareta Pêşmerge ve ne û ji aliyê Wezîr ve di çarçova rêkarên rûbirûbûna Korona de hatine şandin.

Koma Civaka Demokratîk (KCK)ê îro di daxuyaniyekê de li ser aloziyên ku li devera Zîna Wertê ya Başûrê Kurdistanê derketibûn, PDKê bi wê yekê tohmetbar kir ku Pêşmergeyên xwe li wir bicîh kiriye…!

Deqa daxuyaniya Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK):

Roja 17.04.2020, KCKê di daxuyaniyekê de li ser mijara Zînî Wertê, komelek tohmetên bêbingeh arasteyî Partiya Demokrata Kurdistanê kirine, tevî ku em wan tohmetan bi tundî red dikin, tekeziyê li wê jî dikin ku ew hêza li Zînî Wertê hatiye bicihkirin, hêza Pêşmerge ya ser bi Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye û di çarçoveya wan tedbîran li wê deverê hatine bicihkirin ku hikûmeta Herêmê, ji bo rêgirtina li belavbûna petaya Koronayê biryar li ser dabû û Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev hêz xistiye tevgerê. Ev ne hêza PDKê, lê hêza Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne, ku erkê parastina gelê Kurdistanê cîbicî dikin.

Partiya Demokrata Kurdistanê, her tim bi çavekî rêzgirtinê li xebatên hemû partî û rêxistinên din ên Kurdî dinêre û piştevanê daxwazên siyasî û medenî yên gelê Kurd bûye. Cihê matmayîneke zêde ye ku PKK wî mafî bi xwe bide li her cihekî ku pê xweş e, hêz bişîne û dest bavêje karûbarên navxwe yên Herêma Kurdistanê, lêbelê ji aliyê wê ve asayî nebe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê desthilata xwe li ser xwe cîbicî bike.

Mixabin ew reftarên PKKê niha û di salên derbasbûyî de li dijî Herêma Kurdistanê encam dane, reftarên neberpirsane û şerfiroşane bûne û ti rêzek li dam û dezgeh û serwerî, asayîş, asûdeyî û jiyana hemwelatiyên Herêma Kurdistanê negirtiye. Ji ber reftarên PKKê bi sedan gundên Herêma Kurdistanê nehatine avedankirin û rê li jiyana bi hezaran hemwelatiyan hatiye girtin û ji ber PKKê xelkê Herêma Kurdistanê, baca gelek mezin a mirovî û madî daye.

Ewa ku heta niha ji PKKê hatiye qebûlkirin, ji ber sîngferehiya PDKê û Herêma Kurdistanê bûye, ku çav li zêdegaviyên PKKê girtiye. Heq jî bû ku PKKê rêz li vê helwesta xelkê Kurdistanê girtiba û rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav girtiba û herî kêm rêz li dam û dezgehên Herêm û hemwelatiyan girtiba ku salên dûr û dirêj e tehemûla hebûna PKKê li ser xaka Herêmê kiriye.

Pirsgirêka PKKê li gel Tirkiyê ye û baştir e jî li şûna şerfiroşî û çêkirina serêşî û aloziyên zêdetir ji xelkê Kurdistanê re, biçe pirsgirêka xwe li gel Tirkiyê çareser bikin. Meydana karê wan Tirkiye ye, ne Herêma Kurdistanê ye.