Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî: Divê PKK ji başûrê Kurdistanê derkeve û pirsgirêkan çêneke!

Nêçîrvan Barzanî: Divê PKK ji başûrê Kurdistanê derkeve û pirsgirêkan çêneke!

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona, destxweşî li rêkarên Hikûmetê kir û ragihand, ew ji bo parastina welatiyan bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Desteya Serokatiyê ya Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Hikûmeta Herêmê gelekî bi başî serederî bi vîrusa Korona kir.

Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û bi navê Desetaya Serokatiyê destxweşî li Serokê Hikûmetê, Cîgirê Serokê Hikûmetê, wezîrê tenduristiyê, navxwe û ewqafê û hemû karmendên ku kar ji bo parastina welatiyên Herêma Kurdistanê kirine kir. Herwiha destxweşî li welatiyan jî kir, ku bi başî pabendî rêkarên Hikûmeta Herêmê yên rêgirtina li belavbûna vîrusa Korona bûn.

Derbarê aloziya vê dawiyê ya zînî Wertê rû daye ragihand, ew alozî ber bi çareserkirinê ve diçe û alozî ne gelekî mezin e. Tiştê herî girîng ew e, divê yekrêziya Kurdî were parastin.

Amaje bi wê de, ew wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi Polîtburiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dicivin û YNK hevbeşê PDKê ye.

Tekez kir jî, ew hêza li zînî Wertê bicih bûye, ser bi Wezareta Pêşmerge ve ye û hebûna wan li wê derê demkî ye û her dema erkê wê bidawî bibe, vediger.

Derbarê hevkariya bi Rojavayê Kurdistanê re Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, ew hevkarî mirovî bû, ji ber ku ew dezgeha testê ya bo vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê nebû.

Li ser kesê li Lîbyayê hatiye desteserkirin tekez kir, ew kesê li Lîbyayê ji aliyê hêzên Hefter ve hatiye desteserkirin, ti pêwendiya wî bi hêza Pêşmerge û Leşkerên Roj re nîne. Mixabin ew babet pirs hat mezinkirin. Ne kesekî dişînin Lîbyayê û ne pirsgirêka Lîbya pirsgirêka me ye.

Li ser rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, daketina nirxê petrolê û rewşa niha bandor li ser Herêma Kurdistanê kiriye, ew nameyekê dişînin Parleman û Hikûmeta Iraqê, ji bo kesên ji rewşa niha ziyan dîtine, werin qerebûkirin.

Derbarê gefên PKKê de, Serokê Herêma Kurdistanê got: Ti rewatiya PKKê li Herêma Kurdistanê nîn e. Herêma Kurdistanê ne cihê kar û çalakiyên PKKê ye, ji ber ku em niha beşek ji Iraqê ne û dixwazin bibin cihê aramiyê navçeyê, ne ku ji vir ve êrîş li welatên cîran bên kirin. (K24)