Serrûpel Nûçe Jeffery: Divê Tirkiyê û Îran û Amerîka û hêzên din ji Sûriyê...

Jeffery: Divê Tirkiyê û Îran û Amerîka û hêzên din ji Sûriyê derkevin

Belav bike

Şanderê Amerîka ji bo SûriyêJames Jeffery dibêje, divê hemû hêzên piştî sala 2011an derbasî Sûriyê bûne (hêzên Îranî, Tirkî û Amerîkî jî) vekişin û tenê hêzên Rûsî bimînin.

Jeffery di hevpeyvînekê de bi rojanameya “El Şerq El Ewset”  got, Amerîka ji bo şerê li dijî Daişê li Suriyê ye û hîn Daiş bi dawî nehatiye.

Şanderê Amerîkî dibêje, hêzên Rûsî li rojhilatê Firatê bi 4-5 otomnbîlan gerên çavdêriyê birêve dibe, lê ti hebûneke wê ya cidî li ser erdê tune ye, tu hebûna rêjîma Sûriyê tune ye, hinek binkeyên rêjîmê li Qamişlo û bajarê Dêrazorê hene, lê ti hebûna wan a rastî li ser erdê tune. Hêzên li ser erdê ne, hêzên HSD û  hevpeymanan in, ew jî ji bo şerê li dijî DAIŞê li wir in