Serrûpel Nûçe Balafirên Îsraîl Şam bombe kirin

Balafirên Îsraîl Şam bombe kirin

Belav bike

Îsraîlê Şam bombebarand. Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Suriyê, balafirên şer yên Îsraîl, qada ezmanî a Suriyê îhlal kiriye û çûye li paytext Şamê navendeke zanistî a lêkolînê bombe kiriye. Di êrîşê de gellek alavên li navendê hatine tahrîp kirin. Dîsa di bombebarandina Îsraîl de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî brîndar bûne. Avahiyên li derdora navenda zanistê jî xesarên cidî girtine.
Doh jî Îsraîl li dijî Suriyê êrîşêk pêk anîbû û li ser sînorê Libnan û Suriyê li karwanekê xistibû. Her du êrîşên Îsraîl jî ber bi pergala parastina hewa a Suriyê neketine. Tê gotin ku ji ber êrîşa militanên Artêşa Azad a Suriyê, ku di meha mijdarê de êrîşa bargeha hewayî a bi navê Marj el Sultankiribûn, pergala hewayî a Suriyê hatiye tahrîbkirin.