Li Enqerê, endamê rêxistina DHKP-C, yê bi navê Ecevît Şanli, li pêşberî balyozxaneya Amerîkayê bombeya li ser xwe teqand. Di encama bombe teqandinê de, êrîşkar û xebatkarekî balyozxaneyê yê bi navê Mustafa Karasu, li cihê bûyerê jiyana xwe wenda kirin.
Jineke ku berê ji bo televîzyona NTV nûçegîhanî kiriye Dîdem Tuncay jî gran brîndar bûye û rakirine nexweşxanê.
Li gorî ragihandinên karbidestên dewletê, êrîş ji aliyê rêxistina bi navê DHKP-C’yê ve hatiye kirin.