Serrûpel Nûçe Davutoglu bi tundî bersiva Malikî da

Davutoglu bi tundî bersiva Malikî da

Belav bike

Davutoğlu derbarê îdîayên Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî ku gotibû,  “Tirkiye berjewendiyên Îsraîlê diparêzê û mîhwera Sûrî, Iraq û Misrê ji holê radike”  axivî û bi aweyekî hişk bersiv da Malîkî.

Davutoglu got : “Birêz Malîkî ne di wê astê de ye ku bandor û tevkarîya Tirkiyê binirxîne. Vê bandor û tevkariyê bila here ji Filîstînê bipirse, bila here ji gelên ku li Afrîqayê pêvajoyek guherîna demokrasiyê dijîn bipirse, bila were ji Misrê bipirse, bila here ji Knndavê bipirse, hetta bila ji kolanên Iraqê, Musulê  û Basrayê bipirse.”    

Davutoglu  berdewam kir û got, dema ku gotinên Malikî bi temamî tên nirxandin ez tu peyvê nabînîm ku gotinên Malîkî pê şîrove bikim. Birêz malikî ev 7 salin li Iraqê serokwezirtîyê dike. Bila pêşî bi pirsgirêkên Iraqê re mijul bibe.  Pirsa pêşî ya ku divê birêz Malikî  bipirse  eve: Îraq li dinyayê di warê çavkaniyên sirûştiyê de  dewletek dewlemend e. Lê ev 7 salin  li serî de paytext Bexda û gelek bajarên din 24 saet bê elektrîk dimînin. Çima elektrîkê bidest naxe..?”

AVESTAKURD – Xeberên kurdî