Serrûpel Nûçe Kişanak û Tugluk ji serokwezîr veto xwarin

Kişanak û Tugluk ji serokwezîr veto xwarin

Belav bike

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di mijara pêvajoya Îmraliyê de axivî. Erdogan diyar kiriye ku, pêvajoya ku wana daye destpêkirin, li gorî mercan dewam dike. Wiha axivî : “Di vê mijarê de MÎT hatiye peywirdarkirin. Ocalan jî bona ku karibe peyamên xwe bigiêhîne hin deran, kesên ku bi wan bawer dike yên siyasî dixwaze. Lê di vir de jî hesasiyetên me hene. Çine ew hesasiyetên me; Yek, kesên ku gerîla hembêz kiribin em wananaşînin Îmraliyê. Du, heta niha bi peyamên xwe kesên ku hesasiyetên vî welatî binpê kiribin, nikarin navbeynkariyê bikin. Yanê em hesasiyetênxwe diparêzin.”
Bi vê daxuyaniyê eşkere bû ku, Hevseroka BDPê Gultan Kişanak û Hevseroka KCDê Aysel Tugluk wê nikaribin biçine Grava Îmraliyê û bi RêberêPKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin.
BDP jî israrkar e ku bila di heyeta Îmraliyê de her çar hevserokên BDP û KCDê cih bigrin.