Serrûpel Nûçe Li Rojavayê Kurdistanê 27 kesên din bi virusa Korona ketin û hejmara...

Li Rojavayê Kurdistanê 27 kesên din bi virusa Korona ketin û hejmara giştî: 171

Belav bike

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, 27 kesên din li herêma Cezîrê û Şehbaa bi vîrûsa Korona ketin.

Ji wan 23 kes li herêma Cizîrê, 4 kes jî li herêma Şehbaa ne.

Dr. Ciwan Mustefa got, nexweşekî Korona yê 70 salî canê xwe ji dest da.

Li herêmên Rêveberiya Xweser hejmara nexweşên Korona gihişte 171 kesan, 8 kesan canê xwe ji dest dane.