Serrûpel Nûçe Tirkiyê li Amêdiyê bi “Dronê” 2 kes di otomobîlekê de kuştin –...

Tirkiyê li Amêdiyê bi “Dronê” 2 kes di otomobîlekê de kuştin – vîdyo

Belav bike

Li gundê Reşankê yê nêzîkî geliyê Zawîte li sînorê parêzgeha Duhokê, balafireke Tirkiyê otomobîlek bombebaran kir û di encamê de 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Muşîr Beşîr, Rêveberê bajarokê Zawîte ji Rûdawê re ragihand ku firokeyên Tirkiyê ew êriş encamp dane û li gor zanyariyan 4 kes di wê otomobîlê de bûne û niha derbarê nasnama wan de zanyariyek di destê wan de nîne.

Ew cihê bombebaran lê hatiye kirin li ser rêya Zawîte-Reşankê ye û 20 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Duhokê. Ev yekem car e ku ew dever tê bombebarankirin.

Şahidhalekê ji cihê bûyerê ku vîdyoya otomobîlê bo Rûdawê şandiye û di dema bombebaranê de nêzikî wê deverê bûye, diyar dike, pêşiyê dengê mûşekekê bihîstiye û piştî agir ketinê dengê teqînê ji wê otomobîlê bilind bûye.

Nûçegihanê Rûdawê li cihê bûyerê ragihand, ku çar gerîlayên PKK di nav wê otombêlê de bûn, 3 ji wan  jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Nûçegihanê Rûdawê got jî ew otombêl li kêleka markêtekê rawestiya bû. Rêvebirê bajarokê Zawîte, Mûşîr Beşîr ji Rûdawê re ew zanyarî piştrast kirin.

Wan gerîlayên PKKê xwestine li wê markêtê pêdawîstiyên xwe bikirin û di wê demê de firokeya Tirkiyê otomobîla wan bombebaran kiriye.

Rûniştvanekî wî gundî ji Rûdawê re ragihand ku ji ber bombebaranê ziyan bi ber otomobîleke sivîl jî ketiye.

Ev bombebaran di demekê de ye ku roja 11ê vê mehê jî li devera Sîdekanê firokeyên Tirkiyê otomobîlek kiribû armanc û di encamê de 2 fermandarên Kurd di Pasewanên Sînor ên Iraqê de û fermandarekî PKKê canê xwe ji dest dabûn. (Rûdaw)