Li derveyî bajarê Agiriyê, li ser rêya gundê Çukurçayirê, kesekî ku bi benekî, li ser pirê hatiye dardakirin, ji aliyê welatiyan ve tê îxbarkirin. Hêzên ewlehiyê diçin cihê bûyerê û diyar dikin ku, mirovê dardakirî jiyana xwe ji dest daye.
Ji aliyê rayedaran ve hatiye eşkere kirin ku, mirovê li ser pirê hatiye dardakirin, Kamîl Kocabayê ku li gundê Karacehennemê qoricîtî dikir e. Kamîl Kocabay bavê 4 zarokan bûye. Xizmên Kocabay çûne cihê bûyerê û li hemberî bûyera dilsoj neçar mane.
Li ser cesedê qoricî Kamîl Kocabay lêkolîn hatiye kirin û dûra jî cesed rakirine morga Nexweşxana Agiriyê.
Ji bo otopsiyê termê Kamîl Kocabay wê bişînine Saziya Tipa Edlî a Trabzonê.