Berdevka PYD Sema Begdaş ji rojnameya ereberq El Ewset” re gotiye ku nûnerê Amerîka ji bo Sûriyê James Jeffrey ji HSDê gotiye, Tirkiye careke din dest bi ti operasyonên serbazî yên nû li rojhilatê Firatê nake.
Sema Begdaş her wiha diyar kir, piştî operasyona li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî, Serokê Amerîka Donald Trump û serkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li hev kirin ku nabe Tirkiye destêwerdanên din di Sûriyê de bike.
Begdaş dibêje eger Tirkiye sozên xwe binpê bike, wê Amerîka Tirkiyê giran ceza bike.