Li Hewlêrê li aliyê Girde Çalî 6 rokêt ber bi bargeha hizba demokrata Kurdistana Îranê hatine avêtin, 4 j iwan teqiyan, 2 neteqiyan, ew cih nêzîkî hêzên hevpeymanan e, dûrî balafirxaneya Hewlêrê ye.
Jêderekê ji hêzên hevpeymanan ji peyamnêrê Rûdawê re got, êrîş hatiye kirin, lê çavkaniyên wê ne diyar in, wan ji hêzên xwe xwestine bikevine amadebaşiyê.
Hêzên hevpeymanan dibêjin tu zerar tune ye, û di nava balafirxaneyê de tu rûdawek çênebûye.
Peyamnêrê Rdûawê Rence Cemal gihişte gundê Gezne û Girde Çal, cihê teqînê diyar dibe, agir bi erdê ketiye, li wir penaberên rojhilatê Kurdkistanê jî hene û hêzên emnî jî cihê teqînan dorpêç kirine.
Antî Terora Kurdistanê jî dibêje, rokêt ji derve ber bi Hewlêrê ve hatine avêtin û tu ziyanên canî çênebûne.
Hêzên emnî di demeke gelekî zû de, wêneyê wê otomobîlê bi dest xist, ku rokêt jê ber bi balafirxaneya Hewlêrê ve hatibû avêtin.