Serrûpel Nûçe Partiyeke ciwanan li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin

Partiyeke ciwanan li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin

Belav bike

 

Mihemed Mehmûd Nebû di vê derbarê de ji Rûdawê re daxuyand ku nave partiya me ‘Partiya Xortên Demokrat a Kurd li Sûriya ye’ û me ji Almanya dest bi karê xwe kiriye.

Nebû di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Ez xwediyê hizra avakirina partiyê me, em 7 kes wek endamên komîteya damezirêner niha partiyê birêve dibin.”

Bi gotine Nebû, armanca partiya wan ew e ku rola ciwan di şoreşa li dijî sîtemkariya rejîmê û grûbên radîkal de aktîv bikin.

Nebû xwe wek bi navê D. Hebûn dide naskirin, bilêv kir ku ew ê 60 endamên aktîv ji navçeyên kurdan li rojava hilbijêrin ji bo ku parlamentoyekê ji bo ciwanan ava bikin.

Kesê ku bixwaze tevlî wê partiyê bibe divê temenê wî navbera 18-32 salan be. Dilxwaz Behlewî – Rûdaw