Serrûpel Nûçe “Apo’yê di fîlma ‘Îsyan’ de Ocalan e“

“Apo’yê di fîlma ‘Îsyan’ de Ocalan e“

Belav bike

Aktorê sînemaya Tirkiyê yê bi navûdeng Kadîr Înanir, hepveyvînek da nivîskara rojnameya Radîkalê Ezgî Başaranê. Di hevpeyvîna xwe de Kadîr Înanir, pirsgirêka Kurd û pêvajoya nû dinirxîne û behsa fîlma “Îsyan” a ku di wê fîlmê de rista Apo lîstiye dike. 
Înanir wiha dibêje, “Ocalan li gorî min Apoyek e. Apoyê di fîlma min a bi navê “Îsyan” de ye. Fîlm wiha ye; gelê li herêmê, di nav pergala feodalîteyê de, bi fişareya axê mecbûrî qaçaxtiyê bikin tên kirin. Fîlm, qala mirovê ku, wan kesên ku dibêjen, ‘ez naxwazim biçime qaçaxtiyê”  teşwîka serî hildanê dike û bona azadiyê wana radike çiya dike. Dema ku min ev fîlma kişand, Ocalan hîn derneketibû holê. Lê fîlm hîn jî qedexe ye. Çimkî di fîlmê de navê min Apo ye. Ma we li ti deran fîlma min a “Îsyan” dîtiye?”
Kadîr Înanir, di beşeke hevpeyvîna xwe de gotinê tîne ser komkujiya Roboskiyê û dibêje, “di sala 1986 an de min fîlma bi navê “Katircilar” kişand. Li gorî min ev fîlmeke herî baş a sînematografîk bû. Me di vê fîlmê de qala çi dikir? Me qala çîroka kesên ku li Roboskiyê hatine qetilkirin dikir. Fîlma “Katircilar” qedexe nekirin, çimkî dûra kesên ku me di fîlmê de qala wan dikir, dike bombe ji serê wan de bibarandana. Heyf e. Sala 1986 û niha 2012. Carna ti tişt nayê guherandin.”
Di heman hevpeyvînê de Înanir pirsa, li gorî we rastiyeke nêrîna “brayên min yên Kurd cuda ne, PKK cuda ye”, a bi vî awayî heye? wiha dibersivîne: “Na, tine ye. PKK çi ye? Partiyeke Kurdan e. PKK ji kê pêk tê? Ji Kurdan. Ew Kurdana çima ne brayên me ne? Ji kêjan demê vir ve ne brayên me ne? Çima derketine çiya? Bi vî awayî ji hevdû veqetandin jî siyasetek e. Ez ne siyasetmedar im, hunermend im. Grîngtir ez însan im. Em vê jî ji bîr nekin; îro ne PKK, ne BDP ,ne gelê Kurd û ne jî Ocalan, li pey xeyaleke veqetandinê neketine. Vê naxwazin û îfade dikin ku veqetandinê naxwazin jî. Loma jî ne hewceye bi derewan siyasetekê bimeşînî û gengeşiyê derxînî. Ku kî ji pêvajoya aşîtiyê vegere, canê wî wê pirr biêşê.”