Şandeke Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja 06.02.2013 serdana Îranê kir û bi rayedarên îranî re hevdîtin pêk anîn.
Şêwirmendê karûbarên Îranê yê polîtburoya YNK, Baram Mecîdxan li bara wê hevdîtinê de ji Rûdawê re got: “Me bi fermandeyê hêza Quds a Îranê, Qasim Silêmanî re jî hevdîtin pêk anî. Silêmanî di wê hevdîtinê de ji me xwast ku nabe hûn behsa perçebûna Iraq û têkçûna pêwendiyên navbera kurdan û şîeyan bikin.”
Mecîdxan diyar kir ku Silêmanî her wiha ji wan xwastiye ku xwe zêde nêzîkî Tirkiyê neke û nekevin ser hêla Enqereyê û wiha anî ziman: “Ji ber ku Îran ji pêşveçûna Tirkiyê li nav Herêma Kurdistanê de nîgeran e.”
Ji aliyekî din, berpirsekî YNK ku nexwast navê wî bê eşkerekirin, diyar kir ku di civîna digel Qasim Silêmanî de behsa arîşeyên nav YNK jî hatiye kirin û wiha axivî: “Ji ber wê Kosret Resûl û Berhem Salih ji aliyê Îranê ve hatin vexwendin. ji ber ku navbera wan de nakokî heye.” – Rûdaw