Serrûpel Nûçe Şanda nû ya ji bo Îmraliyê diyar bû

Şanda nû ya ji bo Îmraliyê diyar bû

Belav bike

Parlamentera BDP’ê ya Îdirê û Cîgira Serokê Meclîsa Tirkiyê Pervîn Buldan ku ji Rûdawê re axivî, da zanîn ku duh civîna Desteya Rêveberiya Navendî  ya BDP’ê çêbûye. Buldan, ragihand ku di navbera Parlamenterê Mûşê yê BDP’ê Sirri Sakik û Yalçin Akdogan de jî civînek çêbûye û wiha berdewam kir: “Di van her du civînan de hin navên derketin pêş hene. Lê ya girîng, navên ji civîna me derketin e.  Di civînê de li ser navê birêz Ahmet Turk, Selahattîn Demîrtaş û ji ber ku ez cîgira Serokê Meclîsê me, li ser navê min li hev kirin.”

‘Hesasiyet li ber çav hatin girtin’

Buldan, diyar kir ku ev nav ji Wezareta Dadê re hatine ragihandin û li benda bersivê ne. Buldan, sedema guhertina biryarê jî bi van gotinan anîn ziman: “Ji bo ku pêvajo nexitime, me bi awayekî lezgîn Desteya Rêveberiya Navendî  kom kir. Ji ber ku piştî hin hevdîtinan, di nav rayagiştî de bendewariyek çêbû. Mehek û nîv dem hate wendakirin. Me got em nîqaşa li ser navên piştre hatine diyarkirin, zêde nekin. Me hesasiyet li ber çav girtin û di civîna duh de çend nav derxistin.”

‘Pêwîst e heyetek zû here Îmraliyê’

Buldan destnîşan kir ku divê hesasiyet li ber çav bên girtin û ev pêvajo zêdetir dirêj nebe. Buldan wiha got: “Divê demek ji ya din zûtir çûyîna Îmraliyê pêk bê û bi Birêz Ocalan re bi awayekî lezgîn hevdîtin çêbibe.”Rûdaw – Xangul Ozbey