Serrûpel Nûçe “Divê HSD ji bin tesîra PKK derkeve”

“Divê HSD ji bin tesîra PKK derkeve”

Belav bike

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî Nûnerê Taybet ê Amerîka ji bo Sûriyê Joel Rayburn bi telefonê axifîn û pirsa Sûriyê û Kurdên rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li girîngiya hebûna gotûbêjên aştiyane di navbera aliyên Kurdî yên Sûriyê de kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de bal kişande ser  êrîşa gerîlayên PKK li ser hêzên Pêşmerge kir li devera Amêdî û bi tundî ew êrîş şermezar kir.

Herwiha eşkere kir ku 3 Pêşmerge û karmendê asayîşê, bi destê PKK şehîd bûn.

Mesrûr Barzanî got divê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bin hejmûna PKKê derkeve û nabe êdî rê were dayîn ku PKK sûdê ji wan alîkariyan werbigre ku ji bo HSD têne pêşkêşkirin.