Yana Hayboskova seroka şandeya sefîr û nûnerên YE, bi navê şandeyê behsa encamên serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got:
– Şandeya me li ser tewsîyeya YE hatiye herêma Kurdistanê daku, jinêzîk ve haydarî dîtin û helwestên serokatiya siyasiya Kurdistanê yên li hember kirîza siysiya İraqê û çewaniya çareserkirina wê kirîzê, bibe. YE bi dilgiranî li kirîza İraqê dinêre û dixwaze ew kirzî di demek zûde çareser bibe.
– YE dixwaze pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi diyalogek cidî di navbera hemû pêkhatên İraqê de û li gor destûra bingehîn û rêkeftinên hatine îmzakirin, bên çareserkirin.
– YE bi çavekê giring li rewşa İraqê dinêre. Bruksel bo çareserkirina kirîza İraqê xemxor e û her ji ber hindê jî em hatine herêma Kurdistanê daku bizanîn YE çawa dikare alîkariya îraqiyan bike û aşitî û aramî li İraq bicî bibe.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li însiyatîva Yekêtiya Ewropayê kir û serdana şandeya sefîr û nûnerên welatên YE bo herêma Kurdistanê û dîtina rêya çareseriyê bo kirîza siyasiya İraqê bilind nirxand:
– Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên li İraqê hene bi rêya diyalog û danûstandinan, dûr ji şidet û gefan, bên çareserkirin. Em dixwaz in destûra İraqê bê cîbicîkirin û dahatiniyê İraqê, bi awayekî adil, bo tev îraqiyan be.
Heyeta sefîr û nûnerên welatên YE di dawiya civînê de got ku, ew dê encamên serdana xwe û hevdîtin û dîdarên bi berprisên herêma Kurdistanê re bêxin ber civîna welatên YE ku, biryare di demek nêzîk de li Brukselê bê saz kirin.