Serrûpel Nûçe Gora Seîdê Kurdî eşkere bû

Gora Seîdê Kurdî eşkere bû

Belav bike

Piştî 53 salan, cihê gora Seîdê Kurdî (Nursî), di arşîva serokwezaretiya dewleta Tirkiyê de derkete holê. Li gorî nûçeya Arzu Yildiz a ji rojnameya Tarafê, Seîdê Kurdî li Isparta, li goristana bajêr hatiye binaxkirin.
Seîdê Kurdî, di 23ê Adara 1960 an de li Rihayê wefat kir. Pêşiyê li Rihayê li Dergeha Xelîl-û Rehman hate binaxkirin. Dûra ji aliyê hikumeta ku derbeya 27ê Gulanê lidarxist, termê wî ji Rihayê hate girtin û li dereke ku heta îro nehate eşkere kirin hate binaxkirin. Dihat îdiakirin ku, termê Seîdê Kurdî, li derdorê Qibrisê avêtine behrê.
Li gorî nûçeya Tarafê, di arşîva serokwezaretiya Tirkiyê de, hemû agahiyên di derheqê termê Seîdê Kurdî de cih digrin. Li gorî arşîva dewletê, pêşiyê termê Seîdê Kurdî li Rihayê digrin û  dibine bajarê Afyonê. Dûra bi rêya bejahiyê sewqa Ispartayê dikin. Li Isparta, li goristana bajêr, li gora ku hatiye amadekirin, termê Seîdê Kurdî binax dikin.
Li gorî belgeyan, termê Seîdê Kurdî, Cîgirê Waliyê Ispartayê teslîm girtiye. Dema ku termê Seîdê Kurdî tê binaxkirin, cîgirê walî, pisporekî tenduristiyê, 2 fermandarên cenderme jî li wira cihê xwe digrin. Bilî ew kesana, ajovanê ku term veguhestiye, leşkerên ku di vî karî de peywir girtine, gerînendeyê ewlehiyê yê Isparta û kesekî din jî cihê gora Seîdê Kurdî haydar bûne.
Belgeyên di derheqê gora Seîdê Kurdî de, ji 20 rûpelan pêk hatine û bi awakî zelal cihê gora wî nîşan didin.