Serrûpel Nûçe Putin û Biden xerab bi hev ketin

Putin û Biden xerab bi hev ketin

Belav bike

Serokê Amerîka Joe Biden di hevpeyvîneke xwe de ligel televîzyoneke amerîkî bi dijwarî êrîşî serokê Rûsya Vladimir Putin kir û ew weke qatil bi nav kir û got wê Amerîka wî bi tundî ceza bike, ji ber ku Putin mudaxeleyî hilbijartinên amerîka yên 2020 kiribû dixwest Trump bi serkeve.

Lê Putin bêdeng nema, got ew û Biden baş hev nas dikin, Biden nexweşe û ew selametiyê jêre dixwaze.

Her wiha got, eger Biden amade ye bila rû bi rû di weşaneke zindî de biaxifin.