Pêşgotinê da nivîskar dinivîse: …Di nav wan netewên kêmjimar da usa jî kurd hebûn. Kurda ra jî mecalên pêşdacûyîna çand, kûltûra û zaniyariyê çê bûn. Salên qeydê Sovêtê gelek bûyarên, mezin çawa yên ronayî wusan jî yên tarî di jiyana gelên wî welatî da qewimîn. Ew para kurda jî, di wan 70 salê desthilatdariya Sovêtê da, di nava dijwerî û destanîna, hilketin û daketina ra derbas bû. Giraniya veguhestinên civakî, aborî, perwerdeyî, kûltûrî, dijweriyên stalînizmê yên sala 1937 an, nefîya (sirgûnî), zulma herba dijî almanîya hîtlêrîyê (1941-1945), giranya salên hildana wêrankirin û birînên şêrr, bi gilîkî ew hemû zor û zemetiyên gelê Sovêtê kişandin, kurd jî jê bêpar neman. Di warê çand, kûltûra û zaniyarê da jî kurd rêke ne rehet derbaz bûn. Civaka qirr- birr û gênosîda salên 1915-1920 dîtî, ji wê keresetê bi cûrekî filitî, tazî-birçî, bê cî û war, nîvkoçer, nexwendî hê di qewlên eşîretiyê û fêodaliyê da, carekêva hemû gelên Sovêtêra tevayî li ber dezgê veçêkirin û jiyana sosîyalîzmê sekinî. Gund û şênên kurda da dibistanên netewî vebûn, dersdar hatin hazirkirin, civak bû xwediyî rojneme, radiyo, beşa nivîskaran, kurdzaniyê, xwendinxana dersdarhazirkirnê, tîatroya dewletê, komên kilam-reqasê…Bi tîraja hezaran pirtûkên wejêyî, zargotinê, zaniyarî, siyasî, werger, yê dersan hatine weşendin. Sê elfeba hatin guhestin. Elfeba li ser girafîka latînî ya ewlin kurden Sovêtê demezirandin, pirtûka kurdiye ewlin bi wan tîpan cara ewlin li paytextê Ermenistanê Yêrêvanê hate weşendin, romana kurdiye ewlin dîsa para kurdên Sovêtê dikeve. Bi heqî gerekê bê xumukurhatin, ku cîyê vala civakeke rewşenbîrî pêşda hat, bi nivîskar, zimanzan, zaniyar, hunermend, rojnemevan, dersdar, pêşekzanên warên cûrbicûr… Şexsiyetine usan di her warên çand, zaniyariyê, hunermendî û derecên dinda pêşda hatin ku ne ku goveka kurdên Sovêtê lê di nava temamiya kurdan û cihanê da eyanin.
Bi gilîkî, vê para kurdan, salên xweye dema Sovêtê vala derbas nekirin, mecalên ji bo wan çê bûbûn bi temamî û serfirazî kêr anîn, dema weletê wan Kurdistana perçekirî da kurd û kurdeyatî qedexe bûn, wek çirake ronayê, hîviya jiyanê ew dûrva li gelê xwe dihatin xanê, dengê wan digihîşte welêt, her kurdekî ra dibû hêvî û gumana pêşîrojê.
Nenihêrî kurd hersê komarên Kavkaza sovêtê: Azerbaycanê, Ermenistanê, Gurcistanê û komara Tûrkmênistanê ya Asiya Navîn da dijîtin lê bawarkî ji sedî nodipêncê wî karî li komara Ermenistanê, ji aliyê kurdên Ermenistanê da hatiye kirin.
Li komarên Azerbêycanê, Tûrkmênistanê, xêncî wergera çend pirtûkên dersan ji bo dibistanan, ew jî salên 1930-1937 a, bawarkî tu karekî kurdewerî nehate kirin. Gurcistanê, xazma bajarê Tilbîsê da, dibistana da dersên zimanê kurdî hatin dayîn, radiyoya wê komarê da axaftinê zimanê kurdî (heftê 10 deqîqe), tîatroya gelêrî, komên kilam-reqasê hebûn. Gelek tişt ne ku hukumatê dikir lê bi însîatîva şexsa, rewşenbîrên kurd dihat kirin. Raste dewletê alîkarî nedida, lê wek komarên jorgotiye din xazma Azerbaycanê astengî jî çê nedikir.
Ji pey hilweşîna deshiletdatiya sovêtê ra derbeke mezin li vê navenda kurdewarî ket. Rewşenbîr mecbûrî ji hev bela bûn, mecalên ku ji hêla dewletê da dihatin dayîn hatine birîn, navendên kûltûrî, çandî, zaniyarî pirr zeyîf bûn.
Wî karî carekêva derbeke usa xwar ku peyhatî, berdewankar û xweyîkirê vî karê kûltûrî, wejêyî, zaniyarî nehatin hazirkirin. Niha, ji wê malbetê teka-tûka şexs mane.
Di nava van salên derbasbûyî da (ji sala 1990 ) gelek tişt hatin jibîrkirin, hinek tişt yekalî hatin lênhêandin, lêkolînkirin, qimetkirin, ked û emekê hineka bê bingeh hatye mezinkirin yê hineka jî nayê şêkirandin. Rûyê elfeba kirîlî da berhem û navê hineka qet nayê meydana xwendevana.
Ev pirtûk cêribandineke ewlin e ku ew karê kirî, bi gişkî bê tomerîkirin, analîzkirin û raberî goveka xwedevanên kurd e fire bê kirin, xazma di warê edebiyet, çand û kurdzaniyê da.
Naveroka pirtûkê eve:
Pêşgotin…
Wêje
Nêhêrîn kurt li ser edebîyeta kurdên Sovêtê
Çanda Kurdî li komara Gurcistanê
Helbesta kurdî di edebîyeta kurdên Sovêtê da…
Ji dîroka elfebên kurdî li Ermenistanê
Rojnema RIYA TEZE
Para axavtinên kurdî di radiyoya Yêrêvanê
Şeroyê Biro- sahê dengbêjîya radiyoya kurdî ya Yêrêvanê
Karapêtê Xaço
Têatroya Kurdî ya dewletê
Erebê Şemo
Hecîyê Cindî
Emînê Evdal
Cerdoyê Gênco
Ahmedê Mîrazî
Casimê Celîl
Wezîrê Nadirî
Ûsivê Beko
Qaçaxê Mirad
Şikoyê Hesen
Mîkayêlê Reşîd
Fêrîkê Ûsiv
Elîyê Evdilrehman
Sihîdê Îbo
Smiyê Şemo
Karlênê Çaçanî
Knyazê Îbrahîm
Çerkezê Reş
Mîroyê Esed
Nado Maxmûdov
Semend Syabendov
Xelîl Mûradov
Sîma Semend
Egîtê Xudo
Emerîkê Serdar
Wezîrê Eşo
Rizalîyê Reşît
Tosinê Reşîd
Şamîl Ezgerov
Ahmedê Gogê
Keremê Anqosî
Cerdoyê Esed
Ahmedê Hepo
Egîtê Şemsî
Elîxanê Memê
Barîyê Bala
Babayê Keleş
Ezîzê Îsko
Têmûrê Xelîl
Ezîzê Cewo
Ezîzê Gerdenzerî
Tîtalê Efo
Keremê Seyad
Hesenê Hecîsilêman
Kurdzanî
Kurtayîk dor kurdzaniyê û kurdên sovêtê
Qanatê Kurdo
Zargotina Kurdî û berevoka “Folklora Kurmanca”
Çerkez Bakayêv
Xalit Çetoyêv
Şekroyê Xudo Mhoyî
Ordîxanê Celîl
Dr. Celîlê Celîl
Maksîmê Xemo
Şerefê Eşir
Zera Ûsiv
Keremê Elîxan Amoyêv
Memoyê Xalit
Lamara Barîsovna
Nûra Cewarî
Cemîla Celîl
Wezîrê Eşo- Eskerê Boyîk
Weşenên DENG-2012
Çapa pêşin
ISBN 978-975-7011-79-8
Pirtûk 560 rûpel
Biha 15 Eur.
e.boyik@web.de