Serrûpel Berhemên Nû Çapa duyemîn a Mîrnameyê derket

Çapa duyemîn a Mîrnameyê derket

Belav bike
Romana Jan Dost Mîrname bi çapa duduyan derdikeve pêşberî xwendevanan. Avesta çapa yekê ya Mîrnameyê di 2008an de çap kiribû.

 

Mijara “Mîrname“yê Ehmedê Xanî û dema wî ye. Lê ev roman ne biyografiya Xanî ye bi qasî ku ew biyografiya her rewşenbîrekî ye ku li hember desthilatdariya hundir û derve xebatê dike. Tevna wê bi tayên fantazya û tarîxê hatiye ristin. Romaneke balê dikişîne ser nakokiyên siyasetmedar û rewşenbîran. Şêweyên têkiliya di navbera wan de û  berî her tiştî dixwaze ferqa wêjeyê bîne ziman, cihê nivîskarekî di civakeke mîna civaka kurdî de bide xuyakirin.

 

Li ser Mîrnameyê çi gotin?

 

Zimanê Jan Dost ê rewan û helbestiyane, zimanê serdemên berî zuhabûn û talan û kavilan e. Xeyala kurmanciya berî şûştina mêjî û hestan e. Peyama Mîrnameyê ya bingehîn jî ew e ku romanên çêjamêz û çêjxweş dikarin bi kurmancî werin nivîsandin, lê ku neyên nivîsandin jî, sedema wê ne ziman e, lê bêhêziya nivîskarê kurmanciyê ye.

Ehmedê Huseynî, www.rojava.net

 

Niviskar lehengê xwe ji meslekên cuda yên demê hilbijartiye. Lê aliyekê dinê jî bi hilbijartina lehengan rewşa siyasî, civakî û sosyal ya demê û trajediya kurdan jî berbiçav dike. Di nava şer û tixûbên nediyar yên osmanî û farisan de ji ermen, êzidî û gurciyan jî lehengan derdixe û bêbextiyê li dîrokê nake

M. Şefîq Oncu,  www.netkurd.com

 

Nivîskarê Mîrnamê Jan Dost ji binê barekî gelek giran, bi rihetî derketiye. Çiroka romana Mîrname ya taybet nîne. Ku hebe jî, kes nikare bi rihetî bêje, ma çiroka Mîrnamê ev e! Û jixwe Mîrname bi xwe jî, wî tiştî mukur tê.

Alî Fikrî Işik,  www.netkurd.com

 

Mîrname romana rêza dîrokî ya dawî ye, ku nivîskêr di romanên xwe yên bi navê Mijabad û 3gav û 3darekê de bi pêş de aniye. Jan Dostê ku kesayetiyên girîng ên dîroka wêje û polîtîkaya kurdan a heyama dûr û nêzîk bi “hal û mercên safî mirovane”, bi kurdiyeke tu nemaye bê kêm û kasî vedihûne.

Şener Özmen, www.diyarname.com

 

Mîrname, bi zimanê xwe, bi dewlemendiya çîrok û çîrvanokên xwe, bi mijar û vegotin û vebêjerên xwe, bi terz, uslûb û estetîka xwe romanek hêja û “yekane” ye. Ji bo wêjeya kurdî -wekî romana Mehmed Uzun, Bîra Qederê- qonaxek nû ye û deriyek ku vedibe dinyaya wêjeya cîhanî ji me re vedike

Bawer Ronahî, www.diyarname.com

 

Mîrname

Jan Dost

Çapa Yekem: 2008

Çapa Duyem: 2012
ISBN: 9789944382472
19.5×13, 232 rûpel, 16 TL

www.avestakitap.com

http://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin